STENBOL - Li Taksimê ciwanekî ku derket ser înşaeta Mizgefta Taksimê xwest întîhar bike.
Li Qada Taksimê ciwanekî ku ji ber betalî û xizaniyê derket ser vînca înşaeta Mizgefta Taksîmê xwest întîhar bike. Welatiyê ku navê wî nehat fêrbûn, diyar kir ku ew dixwaze rewşa wî bê zanîn û dengê wî bê bihîstin. Welatî anî ziman ku ji ber kar nedît, wekî din rêya çareseriyê nedît.