NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarên jin ên li Girtîgeha Hêjmara 1 a Tîpa F a Kandirayê, têkildarî tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Wezîrê Dadê re name şandin.
Siyasetmedarên jin ên li Girtîgeha Hêjara 1 a Tîpa F a Kandiraya Kocaeliyê, têkildarî îdîayên derbarê jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di medyaya civakî de hatin serwîskirin, ji Wezîrê Dadê re name şandin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratî (DBP) Sebahat Tuncel, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara Dêrsimê Nurhayat Altun, Parlamenterên HDP’ê Çaglar Demîrel, Selma Irmak, Gulser Yildirim û Alîkara Hevseroka HDP’ê Aysel Tugluk têlikdarî mijarê name ji Wezîrê Dadê re şandin.
Nameya siyasetmedarên jin wiha ye:
“Birêz Abdullah Ocalan li dijî hiqûqa neteweyî û nevneteweyî 18 salin bin tecrîtekê girankirî de tê girtin. Herî dawî têkildarî tenduristî û ewlehiya wî hin agahî bi raya giştî re hatin parvekirin. Van agahiyan di serî de malbata wî, gelê Kurdistanê, derdorên demokratîk û azadîxwaz kirin nava fikaran.
TECRÎTA GIRANKIRÎ VEGUHERIYE HETA HETA YÊ
Birêz Abdullah Ocalan, bi pêşniyarên xwe yên Xweseriya Demokratîk, Komara Demokratîk û Konfederasyona Rojhilata Navîn a Demokratîk, ji bo azadî û wekheviya gelên Rojhilata Navîn ked û hewldanek mezin da. Bi diyalogên di salên 2013 û 2015’an de yên bi Tirkiyeyê re kirîn, ne tenê ji bo gelê kurd, ji hemû gelên Tirkiyeyê dijîn, xwest azadî û demokrasî pêş bike. Civak li bendê bû ku bi van diyalogan re aştî pêk bê. Lê desthilatdariya AKP’ê di Mutebeqeta Dolmabahçe yê de, ev pêvajo bi dawî anî û tecrîta girankirî ya li ser Birêz Ocalan veguherand ‘Tecrîta heta heta yê’ û bi OHAL’ê re pêvajoya faşîzane da destpêkirin.
'TENDURISTIYA OCALAN, TENDURISTIYA GELAN E'
Azadî, tenduristî û ewlehiya Birêz Ocalan, bi azadî, tenduristî û ewlehiya gelên Tirkiyeyê dijîn ve girêdayîye. Ji ber vê yekê dixwazin bi pêkanîna tecrîta girankirî ya li ser Ocalan, pêvajoyek kaosê bidin dest pê kirin.
EN BANG LI CPT’Î DIKIN KU XWE ERKA XWE DERBIKEVE
Hemû pêşketîn li Îmraliyê bên jiyîn, di serî de gelê kurd, hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn eleqedar dike. Daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Bursayê yên têkildarî tenduristî û ewlehiya Birêz Abdullah Ocalan nebû bersiv ji fikarên raya giştî re. Hikûmeta Tirkiyeyê, CPT’î, saziyên neteweyî û navneteweyî ji tenduristî, ewlehî û azadiya Birêz Ocalan berpirsin. Divê dimildest dawî li pergla îşkenceya Îmralî bînin. Divê destûrê bidin hevdîtina malbat, parêzer û heyetên siyasî yên bi Ocalan re. Ji bo ku gumanên raya giştî ji holê rabin. Divê hikûmet û CPT’î bi lezgînî xwedî li erkên xwe derbikevin. Em bang li raya giştî, hêzên demokratîk û saziyên civakî yên sîvîl dikin ku bi hestiyarî tevbigerin.”