AMED - Nûnerê ÎHD'ê yê Herêma Anatoluya Navîn û Endamê Lijneya Navendî ya ÎHD'ê Ali Riza Yurtsever, hat berdan.
Nûnerê ÎHD'ê yê Herêma Anatoluya Navîn û Endamê Lijneya Navendî ya ÎHD'ê Ali Riza Yurtsever ku di çarçoveya lêpirsîna doza Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de, di 24'ê Tîrmehê hatibû girtin hat berdan. Yememîn rûniştina doza Yurtsever li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedêhat dîtin. Yurtsever ku bi îdîaya "Rêveberiya Rêxistinê" dihat darizandin û ji 15 salan heta 22.5 salan ceza jê dihat xwestin piştî li dadgehê îfade da hat berdan. Di rûniştina dozê de Yurtsever, parêzerên wî, Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin, Endomê Komisyona Hiqûqê ya ÎHD'a Amedê Abdullah Zeytun û Rahşan Bataray parastin kirin. Serokê ÎHD'a Amedê Raci Bilici û rêveberên ÎHD'ê jî doz şopandin. Yurtsever parastina ku ji 5 rûpelan pêk tê kir û xwest bê berdan. Yurtsever, anî ziman ku KCD rêxistinek demokratîk û zagonî ye û di salên 2011-2013'an de wekî Endamê Komîsyona Ked û Hêzê ya KCD'ê kar kiriye.
Parezerên Yurtserever jî parastin kirin û diyar kirin ku sucdariyên der barê Yurtsever li dijî zagon û hiqûqê ne.
Heyetê jî piştî parastinan navber da û der barê Yurtsever de biryara berdanê da. Heyetê ji bo kêmasiyên dosyayê temam bibin doz taloqi meha sibatê kir.