AMED – Li taxa Bahçelîevler a Farqînê li qada daristanê pevçûn derket.
Li taxa Bahçelîevler a navçeya Farqîna Amedê li qada Benzînlik ku daristane saet li derdora 04.00’an pevçûn derket. Piştî pevçûnê polîsan herêmê dorpêç kir û ketin û derketina taxê qedexe kir. Li taxê hêj ketin û derketin qedexeye û wesayîtên sivîl diçin taxê jî tên kontrolkirin. Qeymeqamê navçeyê çû cihê bûyerê û gelek maşîneyên zirxî, polîs û leşker jî sekna wan dewam dike. Hat zanîn ku dê li herêmê operasyonek berfireh dest pê bike.