STENBOL - Rojnamegerên bi navê Omer Çelîk, Tunca Ogreten û Mahîr Kanaat ên e-postayên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ku RedHackê weşandibûn xistin nûçe, 10 meh in di girtîgehê de ne, dê doza wan sibê li 29'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin.
Midurê Nûçeyan ê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê ya bi KHK'ê hat girtin, Omer Çelîk, edîtorê berê yê Dîken.comê Tunca Ogreten û xebatkarê rojnameya Bîrgunê Mahîr Kanaat, ji ber agahiyên der barê Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak de kirin nûçe, hatin girtin û 10 meh in li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ne. Dê rojnameger sibê saet di 11.00'an de li 29'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çiglayanê derkevin pêşberî dozger.
Îdianameya Serdozgerê Komarê yê Stenbolê amade kiriye, Omer Çelîk, Derya Okatan, Metîn yuksu, Eray Sargin bi sûcdariya "propagandaya rêxistinê" û "Guhertiya dane û astengkirin û xirabkirina pergala înformatîkê", Mahîr Kanaat jî bi "endamtiya rêxistinê" tê darizandin. Tuncay Ogreten jî bi îdiya "Guhertiya dane û astengkirin û xirabkirina pergala înformatîkê" û "Ne endamê rêxistinê ye û li ser navê rêxistinê sûc kiriye", dozger dixwaze ceza li wan bibire. Dozger her wiha dosyaya welatiya alman a nûçegîhana rojnameya Die Weltê Denîz Yucel jî cuda kir.
Dozger di îdiayên bê bingeh de hemû parvekirinên Çelîk sûc dît û wekî "propagandaya rêxistinê" şîrove kir. Îdiayên der barê Midura Karê Nivîsê ya ETHA'yê Derya Okatan jî balkêş in û nûçeyên ku Okatan çêkirine, parvekirinên wê yên twîterê wekî "propagandaya rêxistinê ya MLKP'ê" hat hesibandin. Nûçegîhanê DÎHA'yê Metîn Yoksu jî ji ber ku li ser hesabê xwe yê twîterê peyva "Gerîla" xebitandiye, ev parvekirina wî jî wekî propagandaya DHKP-C, PKK/KCK'ê hat hesibandin.
PARVEKIRINÊN DER BARÊ CIZÎRÊ SÛC IN
Dozger sûcdariyên der barê Midurê Berpirsê Rojnameya Yolculukê Eray Sargin de jî bi parvekirinên twîterê ve girê da. Dîsa nûçeya bi sernavê "Li Cizîrê komkujî, ji sedî zêdetir cenaze hatin derxistin" jî wekî delîla sûc dît. Di beşa îdianameyê ya der barê Berpirsê Muhasebeya Rojnameya BîrGunê Mahîr Kanaat de jî fezlekeya 17/25'ê Kanûnê de jî sûc hat dîtin. Axaftinên Tuncay Ogreten bi dergîstiya xwe re kiriye û maîlên der barê Berat Albayrak de ku tê gotin li mala Ogreten hatine desteserkirin jî wekî delîl hat qebûlkirin.