AMED - Hevşaredarên DBP'ê yên AKP'ê qeyûm tayînî cihê wan kirin, diyar kirin ku hemû şaredariyên qeyûm tayînî wan hatin kirin di bin deynan de hatine hiştin. Hevşaredarên Cizîr, Pirsûs û Dêrgulê diyar kirin ku Qeyûman dest danîn ser projeyên wan û yên heyî jî tev xera kirin. Hevşaredarên DBP'î ji Şaredarên AKP'î xwestin ku eger bawer dikin ne sûcdar bin bila îstîfa nekin û di ber xwe bidin.
Piştî OHAL hat îlankirin bi KHK'ya hêjmar 674'an a di 2'ê Îlona 2016'an de hat derxistin, şaredarên ku bi hilbijartinê hatin bijartin hatin îxrackirin û li şûna wan qeyûm hat tayînkirin. Bi hezaran karker û kedkar bi KHK'ê ji kar hatin dûrxistin. Ji 102 Şaredariyên ku DBP'ê bi dengekî zêde bi dest xistibûn jê li 93 şaredariyan qeyûm hat tayînkirin. Li 7 şaredariyan jî bi awayekî fîîlî qeyûm hat tayînkirin. Di vê pêvajoyê de 93 hevşaredar hatin hatin girtin. Niha 27 jê jin, 71 hevşaredar girtî û hikûmxwar in. Hevşaredarê Dersimê Mehmet Ali Bul, Hevşaredara Erdîşê Diba Keskin, Hevşaredarê Sûrê Seyid Narin, Hevşaredarên Colemêrgê Dilek Hatîpoglu û Nurullah Çiftçî, Hevşaredara Lîcê Rezan Zugurlî, Hevşaredarê Motkê, Ozcan Birlik û hevşaredarê Bedlisê Huseyin Alan ji 3 salan heta 15 bsalank rastî cezayê girtîgehê hatin. Hikûmeta AKP'ê ku qeyûm tayinî şaredariyên DBP'ê kir, li ser şaredarên xwe yên ku di referandumê de dengê xwe kêm kirin zextan dimeşîne da ku îstîfa bike. Şaredarên ku hatin îxrackirin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin ên Pirsûs, Cizîr û Dêrgulê ev rewş nirxandin.
‘GEL LI ME DIGERE Û NERAZÎBÛNÊN LI DIJÎ QEYÛMÊ TÎNIN ZIMAN'
Hevşaredarê Pirsûsê yê hat îxrackirin Halil Akbaş, diyar kir ku di hilbijartina 2014'an de ji sedî 56 deng girt û wiha got: "Di 11'ê tebaxa 2016’an de li şûna min qeyûm tayîn kirin. Akbaş, anî ziman ku ji ber gel ji partiya wan razî bû 4 serdeman partiya wan şaredarî bi dest xist û wiha got: "Ji ber partiya me xizmetek baş da gel û gel ji partiya me kêfxweş bû, vê yekê ew bêzar kirin. Piştî qeyûm tayînî şaredariyê kirin gava yekem Navenda Çandê ya Pirsûsê girtin. Hemû saziyên girêdayî ziman girtin. Hemû park û tesîsên civaki terkî qedera wan kirin. Qeyûman şaredarî kirin qereqol. Ji ber hêzên polîsan welatî nikarin biçin şaredariyan. Di serdema me de şaredarî ya gel bû. Deriyê şaredariyê ji her kesan re vekirî bû. Niha her roj gel li me digerin û nezabîbûnên der barê qeyûmê de bi mere parve dikin.
‘PIŞTÎ QEYÛM HAT DEYNÊ ŞAREDARIYAN ZÊDE BÛ'
Akbaş, diyar kir ku li gel wan hemû rê, kolan, park û binasaziya bajar nû kirin jî, piştî qeyûm tayin kirin hemû xera kirin û ji nûve çê dikin û wiha got: "Xera dikin û ava dikin. Wekî ku xizmetê dikin nîşan didin. Tenê deynê şaredariyan zêde dikin. Ji bilî zêdekirina deynan tiştekî nakin. Beriya qeyûm tayîn bikin lêçûna şaredariyê 1.5 milyon TL bû, lê niha derxistin 2 milyon TL.
Hevşaredarê Dêrgulê Ozlem Kutlu jî di sala 2016'an de hat girtin û 7 mehan girtî ma. Kutlu, diyar kir ku dema hat girtin pirsa "Tu çima wisa di nava gel de ye? ji wî pirsîne û wiha got: "Di serdema me de 3 caran mufettişan lêkolin kir. Lê nelirêtî nedîtin. Piştî AKP’ê qeyûm tayîn kir, her tiştî xera dikin û ji nûve çê dikin. Wekî xizmetê dikin nîşan didin. Gel dê bersîva vê yekê bidin wan. Piştî qeyûm tayîn kirin, ala tirk bi şaredariyê vekirin û propaganda olî dikin. Qeyûm hewl dide ziman û çanda kurdî tune bike û ciwanên kurd ji nirxên wan dûr bixe.
Kutlu, ji şaredarên AKP'î yên ji wan tê xwestin îstîfa bike jî xwest ku şaredarên AKP’î yên zor li wan tê kirin li vîna xwe xwedî derkevin.
Divê ruyê rastîn ê Serokê AKP'ê Erdogan û siyaseta AKP'ê ya rastîn bibînin."
‘PROJEYÊN ME YÊN HATIN REDKIRIN DI SERDEMA QEYÛMÊ DE DESTÛR DAN'
Hevşaredarê DBP'î yê Cizîrê Kadir Kunur jî di hilbijartina 2014'an de ji sedî 83 dengê gelê Cizîrê girt û bû hevşaredar. Kunur, anî ziman ku tayinkirina qeyûmê perçeyekî polîtîkayên zext û înkara li ser gelê kurd e û wiha got: "Dema em hatin hilbijartin me tevlêbûna gel a demokratîk esas girt. Me gelek proje amade kirin. Projeyên me hatin redkirin. Lê piştî qeyûm hat tayînkirin projeyên me ku berê red kiribûn destûr da Qeyûmê ku wan projeyan pêk bînin. Ji bo Islaha Çemê Dicle projeya me ya 2014'an hebû. Lê niha Qeyûm kiriye malê xwe. Di serdema me de ji bo xizeta tenduristiyê Navenda tenduristiyê ya Bişeng hat vekirin. Lê qeyûmê niha kiriye Navenda Baskê Jin û Ciwanan ên AKP’ê. Projeyên ku bedela wan a îhaleyê bi 1 milyon TL bû, niha bi îhaleyên 4-5 qat zêde çê dikin. Rê û peyarêyên ku berê me çê kiribûn hemûyan xera dikin û ji nûve çê dikin."
DIVÊ ÎSTÎFA NEKIN
Kunur, bang li Şaredarên AKP'î yên ji wan tê xwestin îstîfa bike jî kir û wiha got: "Ger ku Şaredarên AKP’ê berê dengê xwe ji pêkanînên li ser şaredariyên DBP’ê re denge xwe bilind kiribûna îro ev nedihat serê wan. Ger ku bawer dikin ne sûcdar bin divê îstîfa nekin. Divê li dijî pêkanînên dijdemokratîk derkevin."