STENBOL - 16 kesên ku duh di çalakiya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hatin binçavkirin, tê payîn ku wan derxin dozgeriyê.
Platforma Rêxistinên Demokratîk ên Stenbolê, di 22’ê Cotmehê de li Qada Khalkedon a kadikoyê, bi armaca balê bikişînin ser qedexeyên hevdîtinê yên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, xwest daxuyanî bidin çapemeneyê. Berî ya daxuyaniyê polîsan mudaxileyê girseyê kir û 16 kes binçav kirin. Li bendêye ku 16 kesan îro derxin edliyê. Îfadeya 16 kesên li Şaxa Ewlekariya Midûriyeta Polîsan a bajêr hat girtin. Hat zanîn ku 16 kesan mafê xwe yê bêdengiyê bikar anîn.
Navê 16 kesên hatin binçavkirin wihan e: “Hevserokên HDP’a Stenbolê Cengîz Çîçek û Esengul Demîr, Hevserokên DBP’a Stenbolê Hulya Aydogdu û Alî Riza Bîlgîlî, Hevberdevkê Însiyatîfa Piştevaniya Girtîgehê yê Stenbolê Arîf Yilmaz, Rêveberên HDP’a bajêr a Stenbolê Resul Akkaya, Necdet Ozçelîk, Taylan Urun û Yaşar Arat, Hevberdevkê HDK’a Stenbolê Atîlla Ozdogan, Hevserokê HDP’a Ataşehîr Saît Kirmizitoprak, Endamên HDP’ê Şenol Ozbek,Yunus Aslan, Belen Mert, Baran Taylan û Omer Dînçer.