AMED – Li navçeya Yenîşehîr a Amedê çawîşek pispor dema ji mala xwe derket rastî êrîşek çekdarî hat û bi giranî birîndar bû.
Li Kolana Yaradanakul a navçeya Yenîşehara Amedê Çawişê Pispor B.D. dema ji mala xwe derket û xwest li wesayîta xwe siwar bibe rastî êrîşek çekdarî ya kesek ne diyar hat. Gule li pişt serê B.D. ket û bi giran birîndar bû. D.B. bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Faqûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê. Hat zanîn ku xetereya jiyanî ya B.D. heye.