AMED - Di ser komkujiya Lîcê re 24 sal derbas bûn. Têkildarî kuştina Tuggeneral Bahtiyar Aydin Mehmet Emîn Ozkan ê 79 salî hatibû girtin û 21 salin girtî li benda edaletê ye. Ozkan ji kuştina Aydin 21 salin girtî tê darizandin û li benda edaletê ye.
Di 22'ê Cotmeha 1993’an de li Navçeya Lîcê ya Amedê Fermandarê Cendirmeyan ê Lîcê Tuggeneral Bahtiyar Aydin hatibû kuştin. Têkildarî kuştina Aydin, Mehmet Emîn Ozkan hatibû girtin. Ozkan ê 79 salî 21 salin girtî ye û girtî tê darizandin. Ozkan ku di sala 1996'an de ji "Endamtiya rêxistinê" hat girtin, li ser îfadeya 2 îtîrafkaran, hat girtin. Piştî îtîrafkaran îfadeyên xwe paşve kişandin vê carê bi sûcdariya Tuggeneral Aydin kuştiye hat darizandin. Ozkan di pêvajoya darizandinê de her çend diyar kir ku eleqeya wî bi kuştina Aydin re tune jî dîsa rastî cezayê muebeta giran hat. Ozkan, di 21 salên girtî de li 6 girtîgehan geriya. Piştî Serdozgeriya Komarê ya Amedê rojek beriya ku doza Lîcê bikeve di sala 2014'an de îdîaname amade kir, di îdîanameyê de rastî tu belge û agahiyên ku Ozkan Aydin kuştiye nehatin. Ev ji bo Mehmet Emîn Ozkan ê 21 salin girtî ye bû hevî.
18 SAL ŞÛNDE HAT FAMKIRIN KU BÊ SÛC E
Di îdîanameyê de hat diyar kirin ku komkujya Licê organizasyona JÎTEM'ê ye û der barê Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Amedê Albay Eşref Hatipoglu û Tegmen Tuunay Yanardag de bi sucdariya “Gel rakiriye îsyanê û teşwîkî kuştinê kiriye" “Sûcê curumê kiriye" cezayê giran ê muebetê û heta 24 salan cezayê girtîgehê xwest. Li ser vê yekê parêzerên Ozkan li şûna DGM ya hat girtin serî li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê dan û xwestin înfaza wî bê rawestandin û bê berdan. Heyeta dadgehê qebûl kir ku ji nûve bê darizandin û biryar da ku li benda encama doza Komkujiya Lîcê ku li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê tê dîtin rawestin. Ozkan ku 18 salan bê sedem girtî ma, niha jî 3 salin li benda encama doza Lîcê girtî ye.
24 SAL BERSÛC BÛ NIHA ŞAHID E'
Li ser daxwaza parêzeran Ozkanê ku heta niha wekî bersûcê Kuştina Bahtiyar Aydin dihat darizandin, piştî 24 salan dê di doza Lîcê ku li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê tê dîtin wekî şahid bê guhdarkirin. Ozkan ku di 25'ê Îlona 2017’an de anî Edliyeya Amedê, li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê wekî şahid îfade da. Ozkan, ku bi riya tercûman bi kurdî îfade da got: “Gundê me 8 kilometre dûrî cihê bûyerê ye. Gundiyên me her roj diçûn navçeyê û dihatin. Gundiyên ji navçeyê hatin diyar kirin ku li wir dengê guleyekê bihîstine. Tenê dengê guleyekê bihîstin û 2 roj şûnde bihîstin ku di nava tabûrê de bûyerek bi vî rengî pêk hatiye. Ez şahidan nas nakim û tu eleqeya min bi bûyerê tune ye."
HIŞÊ XWE WINDA KIR Û KER BÛ
Li gorî rapora ÎHD'ê Ozkan nexweşê giran e. Ker e û hişê xwe winda kiriye. Nexweşê dil, guatr, rovî, tansiyon, alzheimer û gelek nexweşiyen din pêre hene. Di girtigehê de 5 caran krîza dil derbas kir. Heta niha 4 caran anjiyo bû. Divê bê emeliyatkirin lê ji ber temenê wî mezin e û bedena wî têr nake nayê emeliyatkirin. Malbatê heta niha 5 caran serî li rayedaran daye ku înfaza wî bê rawestandin. Tevî ku "Ji sedî 87 bedena Ozkan fonksiyonê xwe winda kirine" jî dîsa ATK rapora "Dikare li girtîgehê bimîne" daye.
Keça Ozkan Selma Ozkan, diyar kir ku bavê wê ji ber di bin çavan de rastî îşkenceya giran hat ker bûye û nikare bêhnê bistîne. Selma Ozkan, anî ziman ku dema anîn dadgehê bi kelepçe anîn û wiha got: "Dema em herî dawî çûn hevdîtinê hafiza xwe winda kiriye. Êdî baş me nas nake. Êdî tiştek nayê bîra wî."
3 KURÊ WÎ GİRTÎ YE Û GOREK KURÊ WÎ TUNE YE
Ozkan, anî ziman ku bavê wê roj bi roj bêtir nêzi mirinê dibe û wiha got: "Em naxwazin bavê me li girtîgehê bimire. Em dixwazin rojên xwe yên dawî li gel me li malê derbas bike. Ji bo bavê min bê berdan me serî li hemû rayedaran dan. Ger ku tiştek bê serê bavê min berpirsiyarê vê yekê Serokomar, Wezîre Dadê ye.
Ozkan, anî ziman ku gundê wan Sîsê di sala 1992'an de hat şewitandin û wiha got: "Birayê min Murat 2 salin li Dîlokê, birayê min ê din Nevzat 10 salin li Bandirma û birayê min ê din Ahmet jî 7 salin girtî ye.
Ozkan, destnîşan kir ku birayê wê Servet Ozkan ê tev li PKK’ê bû jî di sala 1998'an de jiyana xwe ji dest daye û hêj ne diyar e gora wî li kuye ye.
PRZ ÇELEBÎ: OZKAN KIRIN QURBAN
Parêzerê Ozkan Prz. Serdar Çelebî jî diyar kir ku piştî heyeta dadgehê daxwaza wan qebûl kir divê Ozkan bê berdan û wiha got: "Piştî heyetê daxwaza me qebûl kir divê Ozkan bê berdan. Girtina wî ne hiqûqî ye û ne ji wîcdanî ye. Di doza Lîcê de cezakirina leşkeran di berdana Ozkan de ne asteng e. Divê Ozkan bê berdan. Ozkan ji xwe diyar kir ku di kuştina Bahtiyar Aydin de tu eleqeya wî tune ye. Okkan kirin qurbana vê dozê."
MA / Deniz Tekîn – Devran Toptaş