HATAY - Alî Ridvanogullari yê bi biryara KHK'ê ji kar hat derxistin, bi komkirina zeytûnan debara xwe dike. Ridvanogullarî, diyar kir ku gava em karmendên dewletê bûn me nekarî em zikê xwe tije bikin, piştî em hatin avêtin ma em ê birçî bimînin?”
Xizmetkarê Civakî Pispor Alî Ridvanogullari, di demê li Midûryeta Tenduristiya Gel a Edeneyê dixebitî, ji kar hat dûr xistin, piştre jî sîrgûnên Bayburtê hat kirin û bi biryara KHK’ê ya hêjmara 675 a dawî ji kar hat avêtin. Ridvanogullari, niha dinava zeviya zeytûnên malbata xwe ya li navçeya Samandag a Hatayê de dixebite. Ridvanogullari, diyar kir ku qaşo hikûmetê ew ji kar derxistiye, lê ew vegeriyaye, pişeya dayîk û bavê xwe.
Ridvanogullari, da zanîn ku niha zeytûnên şîn kom dikin û wiha axivî: “Piştî zeytûn digihin ji bo em ronê wan bigirin, zeytûnan dihilweşînin. Kalîteya ronê zeytûnan pir başe. Sala çûyî me piraniya ron bir Edeneyê firot. Ez ron difiroşim derdorên sendîkayan. Destpêkên hevalan ligel pêdiviya wan tunebû jî, ji bo piştgiriya min bikin ron kirin.Di niha de hinek hevalên min navê xwe li binê lîsteya ku ronê zeytûnan bikirin, nivîsandine.”
‘DEMA EM KARMEND BUN EM TÊR NEBÛN, NIHA JÎ EM BIRÇÎ NAMÎN IN’
Ridvanogullari, anî ziman ku gelek kes li bendêne ku ew xemgîn bibe û wiha got: “Ez ji ber kar tu carî xemgîn nabim. Bi awayekê mîzahî min tim bersiva wan da. Kesên wisan difikirin, bila biborînin, gava em karmendên dewletê bûn, em têr nebûn, niha jî em birçî namînin. Ez niha karê zeytûnan dikim. Berê jî min pirteqal kom kirin û di karê zeviyên demsalî de xebitîm.”
'GOTINA SEYÎT RIZA EZ LI PIYAN HIŞTIM'
Ridvanogullari, dest nîşan kir ku piştî ew ji kar hat avêtin, gotina Seyît Riza ya berî darvekirinê ew li piyan hiştiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Seyît Riza gotibû ‘Ez bi hîle û derewên were derneketim serî, ev ji bo min bû derd, lê min jî li hemberî we serî netewand, bila ev jî ji were bibe derd.’ Vê gotinê ez li ser piyan hiştim. Kar peyda kirin ne wisan hêsane. Min serî li gelek cihan da, qet banî min nekirin. Ên ku ez girtim mulaqetê jî dema KHK dibihîstin, tenê bi nazikî nêzî min dibûn, lê lêpirsîna ewlekariyê dixwestin. Başe ku dema bavê min ji bo zeytûnan karkeran digire, lêpirsîna ewlekariyê nake.”