STENBOL - Parlamenterê HDP’a Stenbolê Erdal Ataş, êrîşa polîsan a li Kadikoyê şermezar kir û wiha got: "Me dixwest hevdîtin bi Birêz Ocalan bê kirin.”
Platforma Saziyên Demokratîk ên Stenbolê, bi armanca balê bikişînin ser qedexeya hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, li Qada Khalkedon a Li Kadikoyê xwestin daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî li dar bixin. Piştî mudaxeleya polîsan civîna çapemeniyê li avahiya navçeya Kadikoya HDP’ê hat lidarxistin.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Erdal Ataş axivî û diyar kir ku ev mudaxele li dijî demokrasiyê ye. Ataş, anî ziman ku di çarçoveya girtîgeha Îmraliyê de li hemû girtîgeha bêmafî tên jiyîn û wiha got: “Ji bo tecrît ji raya giştî re neyê aşkere kirin polîsan êrîş kirin û 16 hevalên me kirin binçavan. Di hin sîteyên ne fermî de têkildarî jiyana Ocalan daxuyanî hene. Di serî de gelê kurd û hemû gelên din bertek nîşanî vê yekê dan û bi fikarin. Yek ji pirsgirêka herî mezin a vî welatî, pirsgirêka gelê kurd û çareserkirina vê pirsgirêkê ye û ev jî bi Ocalan ve girêdayiye. Tecrîta 2 salan a li ser Ocalan êdî mayîn de bûye. Daxuyaniyên tên kirin, me têr nakin. Em dixwazin bi Ocalan re hevdîtin bên kirin. Heya ku ev hevdîtin pêk bê, dê ev çalakiya me bidome. Divê dimildest rayedar mudaxeleyê vê pirsgirêkê bikin.”
Ataş, destnîşan kir ku heya tecrît ji holê rabe, dê li hemû qadan têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin.