STENBOL - Platforma Rêxistinên Demokratîk a Stenbolê, bi armanca balê bikişînin ser tenduristî û rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Qada Khalkedon a Bakirkoyê xwestin daxuyanî bidin. Polîsan mudaxaleyî çalakiyê kir û Hevserokên HDP'ê yên Stenolê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek jî di navde 16 keas binçav kirin.
Platforma Rêxistinên Demokratîk a Stenbolê, bi armanca balê bikişînin ser tenduristî û rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Qada Khalkedon a Bakirkoyê bi girseyî xwestin daxuyaniyê bidin. Beriya ku daxuyani bê dayîn, polîsan qad dorpêç kir û destûr neda girse kom bibe. Kesên çûn qadê yek bi yek di kontorla polîsan a nasnameyê rederbas bûn. Polîsan nasname li GBT'ê xist û bi sedema "Qedexe ye" destûr nedan girse kom bibe. Girseya ku kom bûn, polîsan mudaxale kir û alozi derket. Polîsan destûr neda ku girse kom bibe û mudaxale kir. Polîsan di mudaxaleyê de Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Esengul Demir û Cengiz Çiçek jî di navde 16 kes binçav kirin.
Girseya ku piştî mudaxaleyê li ber avahiya HDP'ê ya Kadikoy kom bûn û xwestin li vir daxuyaniyê bidin, li vir jî rastî mudaxaleya polîsan hat û polîsan destûr nedan ku daxuyaniyê bidin.