NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan dorveger ku hemû girtiyên siyasî ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kirin, di roja 2'emîn de berdewam dike.
Li hemû girtîgehan girtiyên siyasî yên PKK'ê û PAJK'ê ji bo tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe ji bo 3 rojan dorveger dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan a 3 rojan dorveger di roja 2’an de didome. Li ser navê girtiyan Denîz Kaya di 19’ê Cotmehê de daxuyanî dabû û wiha gotibû: "Rewşa ewlehî û tenduristiya Rêberê me ne diyar e. Rêberê me ku hevpareya hemu nirxên me yên madî û manevî ye, ji bo me sedema hemûn û mirinê ye. Em wekî hemû girtiyên PKK û PAJK'ê bi awayekî pir zelal diyar dikin ku em heta mirinê bi Rêberê xwe ve girêdayî ne. Em hişyar dikin û diyar dikin ku şert û mercên wî yên tenduristî û ewlehiyê bila demek berî demekê baş bibin û hevdîtin bên kirin. Ger ku ev daxwazên me pêk neyên em dê çalakiya xwe mezintir bikin. Em bawer dikin ku em di vê serdemê de bi rêxistin û disîplîn tev bigerin em dê bi ser bikevin."