ŞIRNEX - Wekila Seroke TBMM'ê Pervîn Buldan di kongreya partiya xwe ya Şirnexê de bal kişand ser rewşa Ocalan û da zanîn wan serî li Wezîrê Edaletê daye, ew li benda bersiva agahiyan e.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê 2'yemîn Kongreya a Asayî pêk anî. Kongreya li avahiya bajêr pêk hat, Serokwekîla TBMM'ê ya HDP'ê Pervîn Buldan, Wekîla Şirnexê Aycan Îrmez, Endama PM'ê Nuran Îmîr û gelek kes beşdar bûn.
Piştî Nuran Îmîr wekî dîwana kongreyê hat hilbijartin, li ser navê dîwanê axivî û aşkera kir ku gelê Şirnexê di vê pêvajoya zehmet de xwedî li têkoşîna xwe derketiye. Îmîr da zanîn ku pêvajoya heyî gelekî zehmet derbas bûye, gelê kurd ji çar aliyan ve rastî êrîşan tê. Di kongreyê de nameyên ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Wekîlê Şirnexê Ferhat Encu yên girtî û Faysal Sariyildiz hatin xwendin.
Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez aşkera kir ku gel xwedî li partiya xwe derketiye, difikirîn ku dê di dema qedexeya li ser Şirnexê de dê gel tabelaya HDP'ê jî daneliqîne û wiha axivî: "Ruxmê hemû zextan jî HDP'ê xwe li hemû navçeyan bi rêxistin kir." Wekîla HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez jî piştrast kir ku di "Plana çok şikandinê" de hedef destkeftiyên kurdan bûn û got ku "Faşîzma AKP-MHP'ê xwestin kurdan 100 şûnde bibin."
Îrmez bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û destnîşan kir ku fikrên Ocalan şehrkujiya faşîzmê ye û wiha axivî: "Divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Ocalan ji bo gelên li Tirkiyeyê gelekî girîng e."
BULDAN: AKP JI BERPIRSYARIYÊ REVÎ
Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan jî ji malbatên kesên li Şirnexê di hezazê de jiyana xwe ji dest dan re sersaxî xwest û ev tişt anî ziman: "AKP ji berpirsyariyê revî. Ev mirinên madenan jî sedema wê polîtîkayên AKP'ê ne. Lê AKP hem divê li holê destûrname tune, hem jî wekî her carê piştî bûyeran kesên mirî sûcdar dike. AKP'ê her tişt kiriye xeyset. Me li Roboskê jî heman tişt dît. Dixwaze gelê Şirnexê bi birçîbûnê terbiye bike."
Buldan da zanîn ku perpirsyariyek mezin dikeve ser milê rêveberiya nû û wiha got: "Her çendî zext zêdebin jî hevalên me yên peywir giritn hene. Me ev di Newroza Cizîrê de jî dît. Malbatên hevalên me yên ku jiyana xwe ji dest dan li wir cih giritn û bersiva pêwîst dan desthilatdariyê."
‘DIVÊ HEVDÎTINA BI OCALAN RE PÊK BÊ’
Buldan got ku "Tiştên li ser medyaya civakî der barê Ocalan de tên gotin ne tiştên ji rêzê ne" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Herî dawî di 5'ê Nîsana 2015'an de li ser navê heyetê me hevdîtin pêk anî. Herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an de birayê wî Mehmet Ocalan hevdîtin pêk anî. Em li vir bang digin; divê bi lez hevdîtina bi Ocalan re pêk bê. An malbat an jî parêzer divê hevdîtinê pêk bînin. Me bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin pêk anî û rewş vegot. Em li benda bersiva wan in. Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye. Ocalan 3 salan muzakereyên aştiyê meşand. Di vê pêvajoyê de li welat hizûr hebû. Difina kesî xwîn nebû. Lê AKP'ê piştî pêvajo xirab kir, li dijî nirx û vîna gel êrîş pêk hat."
Piştî axaftinan bi yek dengî rêveberiya nû hat hilbijartin.