MÊRSÎN – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, peyam şand ji 2'emîn kongreya Rêxistan Bajar a Mêrsînê û got: “Bi rastî jî em partiya gel in." Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder jî bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku Ocalan tekane rêberê ronahiya azadiyê ye.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê, 2'emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Kongre li salona Dawetê ya 33 pêk hat. Di kongreyê de Parlamenterê HDP'ê Sirri Suriya Onder, endamên Meclisa HDP'ê, Hevserokên DBP'ê yên Mêrsînê, Nûnerên Cemxaneya Mêrsînê, Endamên SYKP, ÎHD), Komeleya Dersimiyan, YSGP, Genel Îş, EMEP, Akademîsyen Atilla Guney, endam û rêveberên HDP'ê
amade bûn. Li salona kongreyê alên HDP'ê û pankarta bi kurdî û tirkî “Em rawestin em bi hevre bidin guhertin", "Em ji aştiya civakî venegerin", “Ciwan dê faşîzmê rawestînin" û “Destkeftiyên jinan nayên tunekirin" vekirin.
Beriya kongre dest pê bike jinan li salonê govend gerand. Kongre bi rêzgirtin, hilbijartina dîwan û axaftinan dest pê kir. Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Hatîce Şahîn, axaftinek kurd kir û peyama Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku ji Girtîgehê şaniye xwend.
Demîrtaş, hemû beşdarên kongreyê silav kir û diyar kir ku di encama êrîşên topyekun ên li dijî pariya wan ew di girtîgehê de ye. Demîrtaş, anî ziman ku girtina wan nikarin rê li pêş HDP'ê bigirin û wiha got: "Ji ber ku em ne partiya rêberekî tenê ne. Em bi rastî jî partiya gel in. Dawiya dawî keştî dê bigêje Kendavê. Ji ber ku em ne tevgera yek mirovi ne. Em tevgera gel in. Di partiya me de bi sed hazaran jin û mêr hene. Yek tenê ji me bimîne jî dê vê keştiyê bigîne peravê û bi ser bikeve. Her çend hezar astengî û kelep li pêş me hebin jî dawiya dawî baxçeyê gulan li pêş me heye. Divê em tu carî ji rêgezên xwe tawîz nedin. Bi baweriya ku teqez em dê bi ser bikevin ez we tevan silav dikim." Girseya li salonê piştî peyamê dirûşmeya "Zext me têk nabin" û "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin.
Pişti peyam hatin xwendin Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureya Onder dest bi axaftinê kir. Dema Onder derket ser dikê girsê li çepikan dan û silogan berz kirin.
Onder jî girseya li salonê silav kir û wiha got: "AKP welat kiriye girtîgehek mezin. Girtiyan jî girtîgeh kirine qada berxwedanê. Em dê li berxwedana girtiyan xwedî derkevin. Zindan li pêş berxwedana ne nabe asteng. Dê tu carî li pêş serkeftina demokrasiyê tiştek nikaribe bibe asteng. Em îro tev li ser piyan in.
‘TENAKE RÊBER OCALAN E '
Onder, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Em 3 salan bi Ocalan re ji bo aştiyê xebitîn. Ocalan bi salan e di odeya metre û nîvek kare de tê girtin. Ji bo herêm azad û demokratîk bibe û bibe ya xwe, tekane yê herêmê analîz bike Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e. Ez 3 salan bi Ocalan re xebitîm û ez bi vê rûmetê dijîm. Ger ku zindan asteng bûya dê ji Ocalan re biba pirsgirêk. Zindan ji bo me ne asteng û pirsgirêk e. Ji bo me zindan qada berxwedanê ye. Ji bo rewşa şer û kaosê ya li Rojhilata Navîn kesê herî zêde pêş dibîne û xwedî pêşbînî Birêz Ocalan e. Tekane rêberê ku ronahiya azadî û demokrasiyê belav bike Brêz Ocalan e.'
'ME BERÊ ÇAWA ZILM PÛÇ KIR EM DÊ NIHA JÎ PÛÇ BIKIN'
Onder çapemeniya azad jî silav kir û diyar kir ku çawa berê rojnamegeran rastî ronî kir û zilm pûç kir dê îro jî zilmê pûç bikin û bi ser bikevin. Onder, anî ziman ku çawa we demê rojnameger bi faîlên nediyar hatin kuştin û rastî ronî kirin dê îro jî rastiyan ronî bikin.
‘AN AZADÎ AN AZADÎ’
Onder, anî ziman ku di sala 2012'an de tev li Newroza Mêrsîne bû û wiha bi dawî kir: "Çawa ez ketim qada Newrozê bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşî gel kirin. Gelê Mêrsînê gelê berxwedêr e. Mêrsîn bajarê kurdan ên koçber in. Divê gel piştevanî û hevgirtiyê ji dest bernede. Em dibêjin An serkeftin an azadî an azadî."
Kongre bi xwendina raporan û hilbijartinê bi dawî bû. Di kongreyê de ji bo Hevserokatiya HDP'ê ya Mêrsînê Fatmagul Demirtag û Murat Baykan hatin hilbijartin.