RIHA - Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr got ku "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. 18 sal e aştî li vî welatî di zindanê de ye" û xwest bila malbat, parêzer û heyet biçin Îmrlaiyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Baydemîr bang li gel jî kir ku dengê xwe bilind bikin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî li gelek navçeyan bi gel re hevdîtin pêk anî, îro li navenda Rihayê dewam kir. Berî ku wekîlên HDP'ê Osman Baydemîr, Îbrahîm Ayhan, Sîbel Yîgîtalp, Ayşe Acar Başaran, Îmam Taşçier û rêveberên partiyan biçin serdana welatî û esnafan, bi daxuyaniyekê bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.
‘18 SAL E AŞTÎ GIRTÎ YE’
Baydemîr li ber avaiya HDP'ê axivî û tecrîda li ser Ocalan wekî sûcê mirovahiyê pênase kir û ev tişt got: "Îro hemû erdnîgariya Rojhilata Navîn û mirovahî di bin êrîşek mezin de ye. Berî her tiştî tecrîd sûcekî mirovahiyê ye. Ji ber ku tecrîd îşkence ye. 18 sal e aştiya vî wlatî di girtîgehê de ye, 18 sal e demokrasî avîtine zindanê. Berî 2 salan pêvajoya herî bi rûmet û herî xweş li vê erdnîgariyê dihat pêşxistin. Aktorê herî girîng ê vê pêvajoyê Birêz Ocalan bû. Çi bû ku bi carekê de vegeriyan salên 90'î. Çi bû ku tecrîd hat kûrkirin."
‘JI ÎZOLASYONÊ RE NA’
Baydemîr aşkera kir ku tecrîda li dijî Ocalan, di heman demê de dijminahiya demokrasiyê ye û wiha pê de çû: "Di vê meneyê de tecrîd dijminê aştiyê ye. Dê tecrîd ji mirin, kuştin, kaos û xirabiyê re rê veke. Wê demê kesên ku tecrîdê diparêzin, tecrîdê pêk tînin, tiştên bi vê civakê didin jiyankirin û neyartiya li dijî hemû zarokên ku nehatine dinê dikin. Em li Rihayê careke din ji tecrîdê re dibêjin na, ji îzolasyonê re na."
Baydemîr destnîşan kir ku heta bi malbat, parêzer û heyetan re hevdîtin pêk neyê ew ê dengê xwe bilind bikin.