AMED - Derket holê ku haya Serfermandariya Giştî ji lêpirsîn û belgeyên der barê leşker û bûyera kuştina Fernamdarê Herêmê yê Cendirmeyan Tuggeneral Bahtiyar Aydin de tune ye û ne xwediyê belgeyeke wiha ne. Parêzerê doza Licê aşkera kir ku dixwazin li ser kuştina Bahtiyar aydin û şewitandina Licê bigirin.
Serfermandariya Giştî destnîşan kir ku der barê sûîkasta li dijî Fernamdarê Herêmê yê Cendirmeyan Tuggeneral Bahtiyar Aydin û der barê mirina 16 kesên di 22'yê Cotmeha 1993'yan de li navçeya Licê ya Amedê hatin kuştin de, di destê wan de tu belge û agahî tune. Serfermandariyê da zanîn ku der barê leşkeran û lêpirsînê de di arşîvan de rastî tu belgeyî nehatine. Doza Licê ya li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê tê dîtin, parêzerên muştekîlan diyar kir ku divê der barê bûyerên li Licê de ka lêpirsîn hatiye vekirin an na, divê ji Serokatiya Serfernamdariya Giştî bê pirsîn. Dadgehê daxwaz qebûl kir, bi biryara navborî ji Serokatiya Serfermandariya Giştî re muzekkere nivîsî û destnîşan kir ku ka der barê kesên tev li bûyeran bûne, Fernamdarê Alaya Cendirmeyên Bajêr Albay Eşref Hatîpoglu û leşkerên eleqedar de lêpirsîn hatiye vekirin an na, heke lêpirsîn hatibe vekirin divê belgeyan ji dadgehê re bişîne.
DER BARÊ RUTBELIYÊ HERÎ MEZIN DE QEYD TUNE!
Muşawiriya Edlî ya Serokatiya Serfermandariya Giştî bersiv da nivîsê û aşkera kir di lêkolînên arşîvan de, wan der barê leşkeran û bûyeran de di arşîvan de tu belge û zanyarî tespît nekirine. Di nivîsê de tê gotin ku bersûcên doza Licê Albay Eşref Hatîpoglu û Serbaz Tunay Yanardag personelên cendirmeyan e, agahiyên der barê van kesan de ji Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan a girêdayê Wezîrê Karên Hundur bê xwestin dê baştir bibe. Lê tişta balkêş ji sala 1984'an vir ve li herêmê şerek dewam dike, der barê leşkerê ku rutbeya wî herî mezin Bahtiyar Aydin de, tu agahî di arşîvên Serfernamdariya Giştî de cih nagirin.
‘DIXWAZIN SER BÛYERÊ BIGIRIN’
Parêzer Abdullah Zeytun ê li ser navê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê dozê dişopîne, da zanîn ku bi awayekî vekirî leşker li ser bûyera Bahtiyar Aydin digirin û dixwazin careke din beyî ku mijar bê vekirin bê girtin. Zeytun piştrast kir ku ew ê dozê bişopînin, ji bo kesên berpirsyar derkevin pêşberî dadgehê dê têkoşîna xwe dewam bikin.