NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanê 18 salî Siddik Kabak ê di hezaza li Şirnexê de bi giranî birîndar bûbû, jiyan xwe ji dest da.
Madenên li Kurdistan û Tirkiyeyê ku ji bo madenvanan bûye çela mirinê, her sal bi dehan karker jiyana xwe ji dest didin. Di 17'ê Cotmehê de li Şirexê hezaz hatibû û 7 karkeran jiyana xwe ji dest dabû. Ciwanê 18 salî Siddik (Ugur) Kabak bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Wekîla HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk aşkera kir ku dê Kabak li gundê xwe bê definkirin.
Bûyera ku roja sêşemê di madenê de qewimî bû, Kabak bi giranî birîndar bûbû û ev çend roj bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihat dermankirin û rewşa wî gelekî giran bû.
DI 17 SALIYA XWE DE BÛ BADENVAN
Karkerê ciwan di 17 saliya xwe de dest bi karê madenê kiribû. Her çendî kesên di karê madenê de dest bi kar dikin, divê temenê wan 18 sal be jî Kabak di madena li Şirnexê de dest bi xebatê kiribû û ev jî rewşa bêkariyê ya li bajarên Kurdistanê dide nîşan. Kabak piştî lîse qedand, ji bo biçe zanîngehê di madena li Şirnexê de dest bi kar kiribû.