STENBOL – Hîndekarê Fakulteya Huqûqê ya Zanîngeha Akdenîzê Yaman Akdeniz, anî ziman ku divê dadgeh daxwaza mudaxiliyê ya Wezîr Berat Albayrak a ji bo doza ku rojnameger Omer Çelik, Tunca Ogreten û Mahîr Kanaat pê tên darizandin red bike.
Dê Gerînendeyê Nûçeyan ê DÎHA’yê Omer Çelîk, edîtorê berê yê Dîkenê Tunca Ogreten û xebatkarê rojnameya BirGunê Mahîr Kanaat ku ji ber e-maîlên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ên ji aliyê RedHackê ve hatibûn bidestxistin û weşandin kirin nûçe hatin girtin, dê di 24’ê Cotmehê de derkevin pêşberî dadwer. Wê doz li Dadgeha Cezayê Giran a 29’emîn a Stenbolê bê dîtin. Hîndekarê Fakulteya Huqûqê ya Zanîngeha Bîlgiyê Yaman Akdenîz ku ji nêz ve dozê dişopîne û şêwirmendê huqûqî yê rojnameger Tunca Ogreten e, danişîna ku dê bê dîtin nirxand.
Akdenîz, anî ziman ku ji bo rojnamegeran girtineke 10 mehan gelekî zêde ye. Akdenîz, anî ziman ku destpêkirina darizandinê siûda tehliyeyê bi xwe re tîne û di warê îfadedayîna li ber dadgehê û daxwazên wan ên tehliyeyê baş e.
Akdeniz, daxwaza mudaxiliya Wezîr Albayrak nirxand û ev tişt gotin: “Wezîr Albayrak daxwaza mudaxiliya dozê kir û wê bi riya parêzerên xwe nêrîna xwe ragihîne. Lê belê e-maîlên ku hatin îfşakirin ji aliyê Tunca, Mahîr û Omer nehatin îfşakirin. A rast Tunca, Mahîr û Omer ji nav e-maîlan tenê mijarên ku civakê eleqedar dikin kirin nûçe. Di van nûçeyan de xeta jiyana taybet derbas nekirin. Her wiha ji bo ji hin agahî û belgeyan re bê gotin sirên dewletê ne, divê beriya her tiştî ev agahî û belge fermî bin. Divê bê destnîşankirin ku piştî ku e-maîlên Wezîr Albayrak hatin hackirin hatin weşandin û hîn jî ji aliyê Wîkîleaksê ve tên weşandin. Yanî ev naverok hatine alenîkirin. Ev agahiyên hatine alenîkirin eger raya giştî eleqedar bikin, wê çaxê nivîsandina wê û ragihandina wê ya ji bo raya giştî di nav sînorê azadiya raman û çapemeniyê de ye.”
'DIVÊ DADGEH BIRYARÊ RED BIKE’
Akdenîz, dest nîşan kir ku divê daxwaza mudaxiliyê ya Wezîr Albayrak bê redkirin û ev tişt gotin: “Kesên e-maîlên Wezîr Albayrak hackirine û alenî kirine û van kesên ku nûçeyên wan çê kirine ne heman kes in. Madem kesên ku e-maîlên Wezîr hack kirine û jiyana wî ya taybet îfşa kirine ne Tunca, Omer û Mahîr in, wisa difikirim divê dadgeh vê daxwaza mudaxiliyê red bike.”
Akdeniz, anî ziman ku divê di danişîna 24’ê Cotmehê de her sê rojnameger bên tehliyekirin, lê belê dê doz ne hêsan be.
MA / Yasin Kobulan