ENQERE – Girtiyekî ji Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê bi riya nameyê ragihand ku ji ber zêdebûna girtiyan hin hevalên wan li mutbex û erde radizên.
Girtiyên li girtîgehên Karabuk, Gîresûn û Manîsayê tên girtin di nameyên şandin de binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ragihandin. Girtiyê bi navê Mehmet Darga ku li Girtîgeha Gîresûnê girtî ye, diyar kir ku li ser îfadeyên gardiyanan cezayê dîsîplînê li wan tê birîn.
Darga ev tişt ragihandin: “Hema bêje gardiyan qebehetan dixin stuyên me û ji ber vê cezayên dîsîplînê li me tên birîn. Heta 6 mehan qedexeya pêwendiya bi riya name-telefonê, 2 caran cezayê hucreya yek kesî, 6 mehan cezayê hevdîtina vekirî, 3 mehan cezayêê sohbet-sporê (her çi qas her du jî tune bin) li min hatin birîn. Herî dawî di hevdîtina vekirî ya Cejna Qurbanê de li ber çavê malbatên me êrîşî me kirin. Bi OHAL’ê re em tim bi muameleyên kêfî yên îdareyê re rû bi rû dimînin.”
'HEVALÊN ME LI MUTBEXÊ RADIKEVIN’
Girtiyê bi navê Mehmet Emin Polat, ji Girtîgeha Manîsayê nameyek şand û ragihand ku heftê du caran davêjin ser qawîşên wan û lêgerînê dikin. Polat got ku di lêgerînan de rojnivîskên wan jî tên desteserkirin.
Polat ev tişt ragihandin: “Dest danîn ser defterên me û ji ber vê herkê 11 rojan cezayê hucreyê li me birîn. Nahêlin pirtûk bên girtîgehê. Piştî OHAL’ê hema bêje hemû çalakiyên sporê hatin betalkirin. Em 25 kes di qawîşekê de dimînin. Ji ber nebûna cih 3 hevalên me li mutbexê, 8 hevalên me jî li erdê radikevin. Mafê me yê telefonê heftê rojekê bû, niha bûye du hefteyan carekê. Her wiha mafê me yê hevdîtinê mehê carekê bû, lê niha bûye du mehan carekê.”
‘ROJNAMEYA DEMOKRASIYÊ NADIN'
Girtiyê bi navê Ali Koç jî, ji Girtîgeha Karabukê ragihand ku rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî nagihê wan. Koç got ku îdareya girtîgehê dibêje “Rojname nayê Karabukê.” Koç, bang li xwendevanên rojnameyê kir, piştî wan rojname xwend bila bi riya posteyê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ji wan re bişînin.