AMED - Dozger 7 meh piştî qetilkirina Kemal Korkut de îdianame amade kir. Di îdianameyê de tenê der barê polîs Y.Ş. de biryara darizandinê hat derxistin. Kekê Kemal Korkut Ercan Korkut, diyar kir ku 7 mehin kujer destê xwe li nava wan ba dike wiha hgot: "Zincîra sûc heye, lê daraz tune ye."
Di 21'ê Adara 2017'an de ciwanê bi navê Kemal Korkut ji bo Newrozê pîroz bike ji Meletiyê hatibû Amedê û li ser Kolana Evrîm Alataş bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da. Waliyê Amedê yê wê demê Huseyîn Ayson Korkut wekî "Bomebya zindî" dabû nîşan. Serdozgerê Komarê yê Amedê piştî 7 mehan der barê qetilkirina Kurkut de îdianame amade kir. 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îdianame qebûl kir û der barê polîsê bi navê Y.Ş. (32) de bi sûcdariya "Dibe bi zanebûn kuştibe" cezayê heta
hetayê xwest. Lê polîsê kujer ev 7 meh e bê girtin tê darizandin.
Kekê Kemal Korkut Ercan Korkut der barê qetilkirina birayê xwe de axivî.
Ercan Korkut, di sala 2008'an de li dena li Zanîngeha Firatê ya Xarpêtê dixwîne, di Komeleya Çand û Hunerê ya Firatê de dest bi xebatan dike. Di bin sîwana komeleyê de di xebatên şanoyê de cih digire, di sala 2008'an de berî pîrozbahiyên newrozê, ji bo şahiyên Newrozê xebatan dimeşîne û tê binçavkirin. Korkut piştî 5 mehan di girtîgehê de dimîne serbest tê berdan. Di çarçoveya dozê de dema tê darizandin; doz ji hêla Dadgeha Bilind ve tê xirabkirin û bi sûcdariya "endamê rêxistinê ye" ceza li Korkut tê
birîn û ji neçarî di meha Adarê ya 2016'an de welat diterikîne û li Ewropayê dijî.
‘MIN HERÎ DAWÎ LI RÛYÊ WÎ MÊZE NEKIR'
Korkut bal kişand ser qetilkirina birayê xwe û wê êşa bê tarîf wiha vegot: "Li sirgûniyê tişta ku herî zêde mirovan ditirsîne, windakirina xizmekî mirov e. Me li vir bi hevalan re sirgûnî nîqaş dikir. Hêj demeke kin derbas nebû me qetilkirina Kemal bihîst. Ev rewşeke gekekî zehmet bû. Ez ji kûrahiyê ve bandor kirim. Min herî dawî li rûyê wî mêze nekir û dest nedayê."
‘DI ŞEXSÊ GOK DE GELÊ TIRKIYEYÊ RONÎ BÛ’
Kurkut daxuyaniya Waliyê Amedê ya piştî kuştina birayê xwe jî nirxand û destnîşan kir ku Waliyê Amedê û dewleta ku ew hişmendiya wê temsîl dike, difikirin ku dê heqîqet dernekeve holê. Kurkut aşkera kir ku bi dest danîna ser dîmenan, çapemenî û şahidên bûyerê, xwestin her tiştî veşêrin û wiha axivî: "Lê bi saya Abdurrahman Gok û çapemeniya azad, di şexsê me de gelê gelê Tirkiyeyê ronî bû." Kurkut got ku "Bûyer înfazeke vekirî ye" û bertek nîşanî serbest berdana polîs a 7 mehan da û ev tişt
anî ziman: "Di dîmenên ku derketî de lêpirsîn hat destpêkirin, lê em hêj êşa bûyerê dikişînin."
‘DI BÛYERÊ DE SÛCÊ ZINCÎRÎ HEYE’
Kurkut diyar kir ku wî gelek cara îdianameya ku hatiye amadekirin xwendiye, di bûyerê de rêze sûcek heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez ne hiqûqnas im; lê di îdianameyê de dozger tenê li ser kujer radiweste. Wekî ku vî kujerî bi tena serê xwe kiriye. Bi taybetî Waliyê Amedê bi daxuyaniyên xwe li ser bûyerê da girtin û sûc kiriye. Piştî bûyerê personelên emyetê dest danîn ser dîmenan û sûc kirin. Piştre dema cenaze birin Meletiyê û bi fermana Waliyê Meletiyê ava morgê hat birîn û ji bo cenaze maşîne nedan, ji bo sersaxiyê kon nedan, bi hincetê qada SÎT'ê ye nehiştin li gel bavê xwe bê definkirin. Bi hemûyan re Şaredariya Battalgaziyê jî sûc kiriye. Dozgerê ku der barê van de lêpirsîn nedaye destpêkirin, sûc kiriye. Yanî rêze sûcek li holê heye."
Kurkut anî ziman ku her gav qetilkirina Kemal di hişê wî de ye û da zanîn ku êdî ew edaletê dixwazin û êdî bes e û bila aştiyek bi rûmet pêk bê.
MA / Ozgur Paksoy