NAVENDA NÛÇEYAN- Wê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm El-Caferî, roja duşemê li Moskowê bi hevpîşeyê xwe Sergey Lavrov re, der barê geşedanên dawî yên Herêma Kurdistana Federe de hevdîtinê çê bike.
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê daxuyand ku wê di 23’yê Cotmehê de Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm El-Caferî û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskowê der barê geşedanên Herêma Kurdistana Federe de hevdîtinê çê bikin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de wiha hat gotin: “Wê encamên referandûma serxwebûnê ya Kurdistana Iraqê li ber çavan bên girtin û wê rewşa li herêmê bê nîqaşkirin.”
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Moskowa alîgirê parastina yekpareyiya Iraqê ye û ji bo Bexda û Kurd bi riya diyalogê û bi awayekî erênî çareseriyê peyda bikin ew tev digerin.