ENQERE - Ji 5 rojnamegerên li Enqereyê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin 3 jê hatin berdan.
Duh di saetên serê sibê de polîsan bi awayekî hevwext bi ser malên nûçegihanên JIN NEWS û Ajansa Mezopotamyayê de girtin. Polîsan di serdegirtinê de nûçegihanên Mezopotamya Diren Yurtsever û Selman Guzelyuz û Edîtora Jin Newsê Sibel Yukler, nûçegihanên Jin Newsê Duygu Erol, Habibe Eren binçav kiribûn. Îro li midûriyeta polîsan îfadeya Selman Guzelyuz, Diren Yurtsever û Sibel Yukler hatin girtin û serbest hatin berdan.
Tê payîn ku roja duşemê nûçegihanên Jin Newsê Duygu Erol û Habibe Eren jî sewqî dozgeriyê bên kirin.