AMED – Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, di çalakiya Xizmên windayan de axivî û ji hikûmetê xwest demildest dawî li tecrîdê bînin. Bilici, anî ziman ku tecrida li ser Ocalan li dijî mafê mirovan e û xwest bi lezgîn tecrîdê bi dawî bikin.
Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin, li Şaxa ÎHD'ê di hefteya 454'an de çalakiya rûniştinê pêk anîn. Xizmên windayan, di çalakiya li ÎHD'ê pêk anîn de pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin û wêneyên windayan rakirin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî piştgirî dan çalakiyê.
‘TECRÎD LI DIJÎ MAFÊN MIROVAN E'
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku ew dê di her şert û mercî de lêgerîna mafên mirovan û windayan berdewam bikin û wiha got: "Heta edaleta rastî bê têkoşîna me ya bi rûmet dê berdewam bike. Tecrîd îşkence ye. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Divê bi lezgîn tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û malbat karibe biçe bi Ocalan re hevdîtin bike. Mafê zagonî û hiqûqî yê malbatê heye ku bi Ocalan re hevdîtin bike. Em bang li rayedaran dikin ku dawî li van pêkanînan bîne û dawî li tecrîdê bîne. Em bang li rayedaran dikin ku demek berî demekê van windayan ronî bike û bi rastiya xwe re rû bi rû bimîne. Em dixwazin dosyayên di nava refên bi toz de mane ronî bikin û dest ji tecrîdê berdin."
HINEK BERDAN HINEK WINDA KIRIN
Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Adnan Orhan jî çîroka Hasan Esenboga yê di sala 1994'an de ji ber pergala cerdevaniyê red kir hat revandin hat windakirin xwend. Orhan, anî ziman ku di 13'ê tebaxa 1994'an de li navçeya Bassa ya Şirnexê leşkerên girêdayî Fermandariya Bajaroka Findikê bi ser gund de girtin û wiha got: "Leşkeran li hemû malan lêgerîn kirin. Pişti lêgerinê birayê Hasan Esenboga Bahrî Esenboga, Îlhan İbak, Ahmet Ozdemir, Fikri Şen, Ahmet Ozer û Mehmet Dayan binçav kirin. Ji 6 kesan tenê Mehmet Dayan mehek şûnde hat berdan. Yê mayî jî hatin windakirin. Piştî ku Bahri Esenboga û 4 kesên in bi zorê hatin windakirin 4 men şûnde di 25'ê Kanûna 1994'an de Hasan Esenboga dema diçû Cizîrê kayê ji sewalan re bîne li Texsiya Toros a Sipî ku Serbaz Cemal Temizoz jî têde bû bi zorê lê hat suyarkirin û hat revandin. Pişti vê yekê agahî jê nehat girtin. Cezayê Esenboga li ser rêya Cizîr Hezexê hat dîtin. Lê heta niha têkildarî vê yekê tu encam nehat bi dest xistin."
Çalakiya xizmên windayan piştî rûniştinê 5 deqîqeyan bi dawî bû.