STENBOL – Xebatkarên TV10 ya bi KHK'ê hat girtin çalakiya xwe berdewam kirin. Xebatkaran diyar kirin ku li gel împaratoriya tirsê dê nivisandina xwe berdewam bikin.
Xebatkarên TV10 ya bi KHK'ê hat girtin di hefteya 55’an de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Xebatkarên TV10'ê û Dayikên Şemiyê, parazvanên mafên mirovan û saziyên elewî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankart û dowîzên ku girtina TV10 şermezar dikin vekirin. Wêneyê Dayika Şemiyê Guzel Şahin rakirin û li ser “Di tekoşîna me de dijî" nivîsandin. Çalakgeran siloganên ku tundiya li ser çapemeniyê şermezar dikin berz kirin.
Xebatkaran, anîn ziman ku ew dê çalakiyên xwe yên li kolanan berdewam bikin. Xebatkara TV10 Rohat Emekçi, xebatkarên Ajansa Mezopotamya Jinnews û ETHA şermezar kirin û anî ziman ku zêdeyî 100 rojnameger girtî ne. Emekçi, anî ziman ku TV10 ya wan e û ew de li kolanan her dem dengê xwe bilind bikin."