ENQERE - Çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” di roja 347'an de li Kolana Yukselê berdewam kir. Polîsan êrîş kir û 7 kes bi lêdanê binçav kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 227’an de û çalakiya karkerên çemawerî ya “Em karê xwe paşve dixwazin” jî di roja 347’an de berdewam kir. Koma ku xwest li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a Kolana Yukselê daxuyanî bidin, li Kolana Konurê kom bûn. Polîsan bi mertalan kolan girtin û destûr neda çalakger derbas bibin. Çalakgerên xwestin li ber mertalên polîsan daxuyaniyê bidin, rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsên ku bi gaza îsot û guleyên plastîkê êrîş kirin, 7 kes bi lêdanê binçav kirin.