STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya vê heftê de aqûbeta kesên di 27'ê Cotmeha 1995'an de li navçeya Geverê di serda girtina gundê Agaçliyê de hatin binçavkirin pirsî. Hat gotin ku di serdagirtinê de kalemêrê 73 salî Abdulkerîm (Şemsettîn) Yurtseve, Mîkdat Ozeken ê 18 salî û Munur Saritaş ê 13 salî hatine binçavkirin û xwestin bila goreke wan a bê ziyaretkirin jî hebe.
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta kesên windan bipirsin û kujer bên darizandin di çalakiya 656'an de li Qada Galatasarayê li hev civiyan. Di çalakiyê de pankarta "Faîl diyar in winda li ku ne" hat vekirin, qurnefîl û laçikên ku aştiyê temsîl dikin avîtin ser wêneyên kesên winda.
Dayikan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Abdulkerîm (Şemsettîn) Yurtsever, Munur Saritaş û Mîkdat Ozeken pirsî û xwestin kujer bên darizandin û winda bên dîtin.
'BILA GOREKE KALÊ ME HEBE’
Di çalakiyê de destpêkê qeyda deng a ku dayika Munur Saritaş Mahbut Saritaş şandibû hat xwendin. Dayikê aşkera kir ku 22 sal e agahî ji kurê xwe negirtiye û wiha got: "Ez dixwazim hestiyên xwe bişom û di gorekê de defin bikim. Li ser kêla gora wî dixwazim dia bikim. Kurê min hêj 13 salî bû. Ez cenazeyê kurê xwe dixwazim."
Piştra nebiya Abdulkerîm Yurtsever Bêrîvan Yurtsever axivî û bal kişand ser bêhiqûqiya di dosyaya kalê wê de hatiye kirin û wiha pê de çû: "Bi hinceta OHAL'ê xizmên me li nava kuçeyê tên qetilkirin. Wekî salên 90'î li ser dozên me tên girtin. Em dixwazin bila goreke kalê me hebe."
Yek jî Mirova Şemiyê Gonul Sonbahar jî got ku "Li Tirkiyeyê ji bo me hiqûq tune!" û bang li Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul kir û ev tişt got: "Hûn dibêjin 'Tirkiye welatê edaletê ye.' Heke Tirkiye welatê edaletê be, wê demê ev 656 roj e em li Qada Galatasarayê çi dikin?."
‘ÎŞKENCE LI GUNDIYAN KIRIN’
Sonbahar, bal kişand ser bêhiqûqiya doza Şemsettîn Yurtsever, Mîktad Ozeken û Murîn Saritaş ên berî 22 salan di bin çavan de hatin winda kirin û wiha got: “Malbat dibêjin ‘22 salin em serî li qanûnan didin, lê her tim mîna ku daxwaznameyên me bavêjin zibalê, em fam dikin û tu encamê bi dest naxin.’ Ji bo van windayan em cardin dengê xwe bilin bikin, em îro hatin gel hev. Leşkerên girêdayî Tabura Fermandariya Geverê ya dibin fermana, Fermandar Mehmet Emîn Yurdakul di 27’ê Cotmeha 1995’an de, bi ser gundê Agaçli yê Geverê de girtin û îşkence li gundiyan kirin.”
Sonbahar, da zanîn ku piştî leşker ji gund derdikevin Abdulkerîm (Şemsettîn) Yurtsever ê 73 salî ku ji ber îşkenceyê li ser piyan nikaribû rawest, Mikdat Ozeken ê 18 salî û Munur Saritaş ê 13 salî kirin binçavan û birin Tabura Cendirmeyan a Geverê. Sonbahar, anî ziman ku malbatan serî li Tabura Fermandariya Geverê dan, lê leşkaran binçavkirina wan înkar kir û gef li malbatan xarin.
‘AKP SÛC QEBÛL KIR’
Sonbahar, destnîşan kir ku îfîrafkar Kahraman Bîlgîç, di partûka xwe ya bîranînê de û îfadeyên xwe yên dayîn dozger de got ku bûyer îtîraf kiriye û wiha got : “Bûyer yek bi yek tê zanîn. Doza ji AHÎM’ê re hat şandin di sala 2003’yan de bi encam bû. Hikûmeta AKP’ê di parastina xwe ya ji AÎHM’ê re kir de sûcê xwe qebûl kir û rêya tazmînatê vebû.”
‘EM DIXWAZIN BÊJIN LI TIRKIYE EDALET HEYE’
Sonbahar, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Heya ku kujerên Yurtseven, Ozeken û Saritaş neyên aşkere kirin û darizandin, em ê dozê negirin. Ne di gotin de, êdî em dixwazin bêjin li Tirkiyeyê edalet heye. Êdî bila edalet vê welatî pêk bê.”