ENQERE – Nûnerên saziyên çapemeniyê binçavkirina 5 rojnamegerên li Enqere, 2 rojnamegerên li Stenbolê û rojnamegerekî li Amedê hatin binçavkirin şermezar kirin û xwestin bi lezgîn roijnameger serbest bên berdan.
Li Enqereyê di 20'ê Cotmehê de polîsan bi sar malên nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya Selman Guzelyuz, Dîren Yurtsever û Nûçegîhanên JINNEWS'ê Sibel Yukler, Duygu Erol û Habibe Eren de girtin û 5 rojnameger binçav kirin. Di 19'ê Cotmehê de jî li Stenbolê bi ser malên xebatkarên ETHA Îsminaz Temel û Havva Cuştan de girtin. Li Amedê jî bi ser mala Rojnameger Vedat Çetîn de girtin û binçav kirin. Der barê dosyayên rojnamegeran de biryara nepeniyê danîn û naverok nîşanî parêzeran nedan. Nûnerên Saziyên çapemeniyê bertek nîşanî girtina rojnamegeran dan û xwestin rojnameger bi lezgîn serbest bên berdan.
Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan, diyar kir ku berê jî wisa rojnameger bi komî hatibûn binçavkirin û ev nîşan dide ku polîtîkayên berê bi paşve vedigerin. Boltan, anî ziman ku berê tenê rojnamegerên kurd bi komî dihatin binçavkirin, lê niha ji Trakya heta Colemêrgê rojnameger tên binçavkirin û wiha got: "Ev pêkanîn neheq in û nayên qebûlkirin.
Boltan, xwest ji bo mafê agahiyê her kes li rojnamegeran xwedî derkevin û wiha got: "Ger ku li holê neheqiyek hebe divê her kes li dijî vê neheqiyê dengê xwe bilind bikin. Divê her kes li dijî neheqiyê dengê xwe bilind bikin. Ger ku dengê xwe bilind nekin dê ji piştî pêvajoya qeyûmê xerabtir bibin."
NIKARIN RASTIYAN VEŞÊRIN
Serokê Giştî yê Sendikaya Rojnamegerên Tirkiye (TGS) Gokhan Durmuş jî anî ziman ku pêr xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Etkin (ETHA) Îsminaz Temel û Havva Cuştan hatin binçavkirin û duh jî li Enqere rojnameger hatin binçavkirin û wiha got: "Dixwazin rastiyan ji civakê veşêrin. Her roj rojnameger tên darizandin û li salonên edliyê îfade didin. Pîvana sereke ya demokrasiyê azadiya rojnamegeran e. Nûçe û rojnamegeriyê sûcdar dikin. Îro hempîşeyên me yên hatin binçavkirin karê rojnamegeriyê dikin. Ji bo ku rastiyan dinivîsin tên binçavkirin. lê nikarin rastiyan veşêrin. Ji ber vê yekê divê demek berî demekê hevalên rojnameger serbest berdin."
'EM ÊDÎ BI BINÇAVKIRINAN HIŞYAR DIBIN'
Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Evrenselê Fatih Polat jî anî ziman ku êdî her sibe bi binçavkirinan hişyar dibin û wiha got: "Rejîma Otorîter naxwaze rastî bê ditin. Rojnamegerên li pey heq in, ji aliyê îktîdarê ve wekî gef tê dîtin. Ev nîşan dide ku çiqas ji rastiyan ditirsin. Em di nava rejîma tirsê re derbas dibin. Li salonan rojnameger parastinên dirokî dikin. Li mafê nûçe û rojnamegeriyê xwedî derdikevin. Rojnamegerên ciwan dê li vî pişeyî xwedî derkevin û heviyê didin. Ger ku em têbikoşin û cit bisekinin em dikarin vê pêvajoyê derbas bikin. Mafê gel ê agahiyê bi lêxwedîderketina aştî, demokrasî û kedê pêk tê. "