Ji bo Ocalan dadikevin qada Khalkedonê

  • rojane
  • 13:52 21 Cotmeh 2017
  • |
img
STENBOL - Platforma Rêxistinên Demokratîk a Stenbolbolê, bi armanca balê bikişînin ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dê sibê saet di 15.00’an de li Qada Khalkedonê ya Bakirkoyê bi girseyî çalakî pêk bînin. 
 
Platforma Rêxistinên Demokratîk a Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiya HDP'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anî. Platformê bi silogana "Ji bo tenduristî, jiyan û azadiya Ocalan em ranawestin" daxuyanî dan û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Di civînê de Berdevkê Înîsiyatifa Piştevaniya Zindanan Arif Yilmaz, diyar kir ku ew dê di 22'ê Cotmehê roja yekşemê saet di 15.00’an de li Qada Khalkedonê ya Bakirkoyê çalakiyê pêk bînin û xwest her kes tev li çalakiyê bibe. 
 
Piştre li ser navê Platformê Berdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Stenbolê Rojda Yildiz, tecrîd şermezar kir û wiha got: "Yekemîn armanca komployê tasfiyekirina fîzîkî bû. Lê piştî gelê Kurdistanê li dora Birêz Ocalan xeleka jiyanê ava kir, ev komplo şikandin. Li ser vê yekê Polîtîkayên Neteweyî her dem li Îmraliyê kafên ewlehiya Birêz Ocalan dixin bin talûkeyê." 
 
'RÊBERÊ MILYONAN KURD E' 
 
Yildiz, destnîşan kir ku pêkanînên li Îmraliyê bi fikra tolhildanê hatiye sererastkirin û wiha got: "Di 15 salên dawî de îktîdara AKP'ê li ser kar e. Nêzîkatiya li dijî mafê azadiya gelê kurd li dijî azadiya Birêz Ocalan tê guhertin. Birêz Ocalan ne kesekî ji rêzê ye. Birêz Ocalan vîn û rêberê milyonan kurdan e. Ji ber vê yekê nêzîkatiya Birêz Ocalan nêzîkatiya gelê kurd e. Di demên dawî de rejîma Erdogan li dijî gelê kurd polîtîkaya îmhayê xistiye meryetê. Ev bi  tecrida li Îmraliyê dest pê kir. Bi tecrîda mutlak a li Îmraliyê çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiye tecrîd kir. 
 
'SEDEMA TECRÎDÊ POLÎTÎKAYÊN ŞER IN' 
 
Yildiz, destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê li ser Ocalan tecrîd tê meşandin û wiha got: "Sedema bingehîn a tecrîda li ser Ocalan polîtîkayên AKP'ê yên şer in. AKP ji bo îktîdara xwe biparêze tecrîdê didomîne. Ev nêzîkatiya li dijî gelê kurd bi dijminanti pêş dikeve. 
Bi deh hezaran siyasetmedar hatin binçavkirin û hatin girtin. Tirkiye kirin girtîgeha vekirî." 
 
'DAXUYANIYA SERDOZGER BAWERIYÊ NADE ME'
 
Yildiz, bal kişand ser agahiyên di medya civakî de belav bûn û daxuyaniya Serdozgerê Komarê yê Bûrsayê jî û wiha berdewam kir: "Agahiyên der barê Birêz Ocalan de belav bûn di nava civakê de înfalê ava dike. Daxuyaniya serdozgerê Bûrsa ya der barê Birêz Ocalan  de baweriyê nade me. Ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha der barê Birêz Ocalan de tu agahî tune ye. Em tu agahiyan ji Ocalan nagirin. Ewlehî û tenduristiya Ocalan ewlehî û tenduristiya gelê kurd e. Ew baweriya biratî, aştî, azadî û ewlehiyê ye. Azadiya Birêz Ocalan di serî de azadiya Tirkiye û hemû Rojhilata NAvîn e. 
 
‘SIBÊ LI KADIKOY IN' 
 
Yildiz, destnişan kir ku di demên dawî de der barê Birêz Ocalan de nivîsên li diji fermiyetê yên di ser medyaya civaki debelav dibin wan dixin nava fikaran û wiha bi dawî kir: "Dixwazin bawerî û moralê gelê kurd bişkînin. Dixwazin bertekên gelê kurd bipivin. Em bang li hemû cemawerî û raya giştî ya cîhanê dikin ku li ser Birêz Ocalan lîstikan nekin û dawî li vê tecrîdê bînin. Em dubare dibêjin ku em li dijî tecrida Îmraliyê û rewşa Ocalan a tenduristiyê bêdeng namînin.  Em wekî Saziyên Demokratîk ên Stenbolê sibê (22 Cotmeh Yekşem) saet di 15.00’an de li Qada Khalkedonê ya Kadikoyê kom dibin. Em bang li hemû gelê  xwe dikin ku tev li çalakiya me bibin." 
 
Hevparên Platforma Rêxistinên Demokratîk a Stenbolê: wiha ne: HDK, DBP, TJA, ESP, SYKP, HDP, DAD, DİAYDER, Înîsiyatifa Piştevaniya Zindanan, Dayikên Aştiyê, Komeleya Lêkolîna Kurd, Komeleya Şopandina Koçberan, NÇM, Kedkarên Çapemeniya Azad û Înîsiyatifa Kesên Xizmên xwe windakirine. 
 

Sernavên din

22/10/2017
09:27 Tevî 7 zarokên xwe li dijî rûxandinê di ber xwe dide
09:26 Endamên KÎD'ê: Azadî bi yekîtiya neteweyî pêkan e
09:25 Kekê Kemal Kurkut: Sûc heye, lê daraz tune
09:23 Welatiyên ereb bi piştgiriyê çandê diparêzin
09:23 Qereqolê welatî bê av hiştin
09:00 ROJEVA 22'Ê COTMEHA 2017'AN
21/10/2017
21:24 Maşîna polîsan Feleka 7 salî qetil kir
21:23 Wê Rûsya û Iraq der barê rewşa li Kurdistana Federe de hevdîtinê çê bikin
21:09 3 rojnameger hatin berdan
20:57 Bafil Talabanî: Bila der barê pêkanînên li Kerkûkê de lêpirsîn bên destpêkirin
20:44 Beştaş: Dawiya dawî wê deriyê Îmraliyê vebin
18:13 TJA: Ger ku deriyê Îmraliyê bê vekirin dê bêhna gel derkeve
17:58 Leşkeran li Farqînê 9 gundî binçav kirin
17:09 HDP’ê li dijî tecrîda li ser Ocalan giştînameyek belav kir
16:33 Xizmên windayan: Zû tecrîdê bi dawî bikin
16:31 Li Kayseriyê êrîşê Îhsan Elîaçik kirin
16:12 'Em dê nivîsandinê berdewam bikin'
15:57 Wekîlên HDP’ê Gundê Amara ziyaret kirin
15:56 ‘Leşkeran kesên binçav kirin, 22 sal e agahî ji wan nayê girtin’
15:39 Polîsan li Kolana Yukselê 7 kes binçav kirin
15:30 Li Amedê gotûbêja ‘Nivîskar Seherê dixwînin’
15:13 NÇM'ê bernameya Mihrîcana Çand û Hunere aşkere kir: Dê bibe bêhn
15:04 'Girtiyê nexweş Donmez berdin'
14:56 'Ocalan xeta kurdan a sor e'
14:30 Meşa 'Edalet, kar û qut' di roja duyemîn de ye
14:22 Dayikên Şemiyê: Tenê bila kefen û gorên wan hebin
14:16 Rêxistinên Rojnamegeran: Bila rojnameger bên berdan
13:52 Ji bo Ocalan dadikevin qada Khalkedonê
11:39 Maşîneyên zirxî di salekê de 20 kes qetil kirin
11:33 Gotin miriye lê li nexweşxaneyê tê dermankirin
11:32 Qedexeya li 4 navçeyên Amedê hat rakirin
11:32 Jina ciwan bi daliqandî hat dîtin
11:11 ‘Li şûna rojnamegeran divê Berat Albayrak bê darizandin’
11:07 Rojnameger Çelîkkan hat berdan
11:07 Karkerekê Sûriyeyî jiyana xwe ji dest da
11:06 Rapora MÎT'ê: Lîce dê ji hewa ve bê bombekirin
10:51 Hem rîçalê difiroşe, hem jî peyam dide!
10:49 Yekîneya sivîl a di operasyona Farqînê de sivîlan dike hedef
10:26 Kujer kêlî bi kêlî hatine qeydkirin, lê dîsa jî serbest in
09:28 ÎHD û TTB: Heta niha karker çawa li vir xebitîn?
09:27 Bi têkoşînê nêrîna li dijî jinê guhert
09:25 Bav: Yên kujer berdan dê wî beraet jî bikin
09:24 Gav paş ve neavêt û karê xwe ava kir
09:24 Jiyana komunî ya li girtîgehê, li derve jî didomîne
09:23 Li hemberî tecrîda li Îmraliyê ji bo ‘xerakirina biryarê’ serî li wezaretê dan
09:22 47 sal in wêneyên ‘dînên’ bajêr dikişine
09:21 Keskîn: Tecrîda li Îmraliyê tu carî qasî niha giran nebûye'
09:16 Buldan: Tirkiye dê bi rakirina tecrîdê ji aloziyê rizgar bibe
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2017'AN
20/10/2017
18:52 Biryara nepeniyê danîn ser dosyeya rojnamegerên hatin binçavkirin
18:11 Di pêşangeha ku ji aliyê qeyûm hat vekirin de, cih nedan weşanxaneyên kurdî!
17:56 Hevserokên HDP’ê yê Antalyayê tehliye bûn
16:54 ÇGD: Ev zext dê li we vegerin
16:32 Hevşaredarê Bêgirê Tunç nehat berdan
15:29 ‘Ji bo ronîkirina cînayeta Elçî dê israra me bidome’
15:24 'Serkeftina Jinan a li Reqqa hêz da me'
14:56 Parlamenterên HDP'î beşdarî dozê nebûn
14:55 9 kes li Kolana Yukselê binçav kirin
14:50 QSD: Em Reqayê radestî Meclîsa Sivîl dikin
14:13 Prz. Denîz Yildirim bi biryara navberê hat berdan
14:12 Kesên têkildarî hezanê hatin binçavkirin hatin berdan
14:11 'Divê hevalên me rojnameger zû bên berdan’
13:56 Walîyê Mêrdînê her cure şahî û çalakî qedexe kir
13:54 Divê dozger der barê îdiayên înfazê de agahî bide
13:30 Li meclîsê ji bo Ocalan bang li CPT'ê kir: Nebin şirîkê sûc
13:17 Polîsan 7 HDP'î binçav kirin
13:14 HDP’ê malbatên di kana komirê de xizmên xwe winda kirin, ziyaret kir
12:53 Li Stenbolê jinek bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma
12:44 ÎHD: Bila Osman Kavala serbest bê berdan
12:42 Herêma Federal a Kurdistanê sedî 35 piçûk bû
12:41 Gelo dê ji malbatan re çi bibêjin?
11:55 Artêşa Iraqê dest danî ser Pirde
11:23 Malbata Ocalan xwest biçin Îmraliyê
10:23 Dayik li Stenbolê, xwûşk li Êlihê li Mehmet digerin
09:53 5 rojnameger li Enqerê hatin binçavkirin
09:49 Masîvanên Mêrsînê: Em cefayê bazirgan jîsefayê dibînin
09:26 ‘Tu li Pozantiyê nebûyî zilam, lê em ê te li Tarsûsê bikin zilam’
09:25 Beştaş: Kesên ku Ocalan tecrîd dikin dê bên darizandin
09:24 'Heya qanûnê bi paşve nekêşin, em ê têbikoşin'
09:23 Hem derbkirin hem jî gilî kirin
09:21 ‘Jin li dijî KHK’ê li ber xwe didin'
09:20 Teqewîtbûnê wî têr nekir carek din dest bi kar kir
09:19 ‘Ya ku wê rojnamegeran ji girtîgehê derxîne piştevanî ye’
09:17 Ocaxên mermeran Komir wêran kir
09:16 Li warê Feqiyê Teyran dema gûzan
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2017'AN
19/10/2017
18:30 Cenazeyê Keskîn hat wergirtin, lê agahî ji Şaşar nayên wergirtin
17:34 Şaban Dişli yê AKP'î ji peywira xwe îstifa kir
17:08 'Divê em li dijî qanûnên jinan dixin hedef rêxistinê xurt bikin’
17:00 Li girtîgehan ji bo Ocalan çalakî dest pê dikin
16:59 Serlêdana parêzeran a cara 697’emîn hat redkirin
16:47 Dema binçavkirina Osman Kavala hat dirêjkirin
16:36 Jinên girtî tecrîd şermezar kir
16:32 Malbata Zafer Ceyhan serlêdan sûc kir
16:29 HPG’ê der barê bûyera Mûglayê de daxuyanî da
15:46 Bîrdariya Komkujiya Miran hat rûxandin
15:46 Hevserokê DBP'ê Arslan: Yek gotina Ocalan bes e
15:29 Xebatkrên Van TV beraet kirin
15:10 Li Pîra Sîsê îşkence kirin
14:44 Xwestin Meclis li Îmraliyê lêkolînê pêk bîne