WAN - Jina bi navê Gulten Yaraşli ya li Xîzanê maşîneya zirxî lê qelibî, dema rakirin nexweşxaneyê 3 caran jî di sedyeyê de hat xistin. Piştî serlêdana sûc ajovanê maşîneya zirxî û 2 xebatkarên nexweşxaneyê ji peywirê dûr xistin. Di nava salekê de herî kêm 20 kes bi maşîneyên xirxî hatin qetilkirin.
Piştî Amed, Wan, Colemêrg û Mêrdînê, vê carê jî li Bedlîsê hovîtiya polîsan derket holê. Li navçeya Xîzanê ya Bedlîsê jina 55 salî Gulten Yaraşli dema diçû mala xizmê xwe li ser rêya Tetwan û Xîzanê maşîna zirxî li wê qelibî û bi giranî birîndar bû. Bûyera di 19'ê Cotmehê de qewimî, Yaraşli bi maşîneya zirxî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Xîzanê û li wir jî şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê. Ruxmê mudaxaleyê jî Yaraşli jiyana xwe ji dest da.
POLÎS Û XEBATKAR DÛR XISTIN
Hat diyarkirin ku hem polîs û hem jî 2 xebatkarên Nexweşxaneya Dewletê ya Xîzanê, 3 caran Yaraşli di sedyeyê de xistine, li ser vê malbatê serlêdana sûc kir. Piştî serlêdanê polîs û 2 kes ji peywirê dûrxistin.
HERÎ KÊM 20 KES HATIN QETILKIRIN
Di nava salekê de li bajarên Kurdistanê gelek bûyerên kuştinê yên maşîneyên zirxî çêbûn. Di navbera 4 û 85 saliyan de herî kêm 20 welatî bi maşîneyên zirxî hatin qetilkirin û bi dehan kes jî birîndar bûn. Lê der barê polîsên ku bûn sedema gelek mirinan de lêpirsîn nehat vekirin û yên hatin girtin jî serbest hatin berdan.
Kesên bi maşîneyên zirxî jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
* Di 18'ê Hezîranê de li deşta Fîsê ya navçeya Licê ya Amedê maşîneya zirxî li maşîneya sivîl qelibî, di bûyerê de Mahmut Oner (74), Mevlut Dagtaş (64), Fîkrî Demîrbaş (53) û Zeynep Demîrbaş (76) jiyana xwe ji dest dan.
* Di 14'ê Hezîranê de li Licê maşîna zirxî li pîrejina bi navê Pakîze Hazar qelibî û ew eçiqand. Dosyaya ku cendirmeyan amade kir, Hazar wekî "Bê baldarî û bê tevdîrî" pênase kir, lê Saziya Tiba Edlî (ATK) jî sedî 100 çawûşê pispor sûcdar dît.
* Di 27'ê Nîsana 2016'an de li Ofîsa Amedê maşîneya zirxî li Xatûn Elhuman (55) qelibî û jiyan xwe ji dest da.
* Di 9'ê Sibata 20172an de li navçeya Kerborana Mêrdîne maşîna polîsan a zirxî li zaroka 7 salî Berfîn Dîlek qelibî û jiyana xwe ji dest da.
* Di 28'ê Nîsanê de li Wanê maşîna polîsan li Samî Uçan qelibî û jiyana xwe ji dest da.
* Di 19'ê Hezîranê de li ser rêya Çewlig û Amedê maşîna zirxî ya polîsan li mînîbûsa welatiyan qelibî. Di bûyerê de ajovanê maşînê Remzî Menteşe û zarokê navê wî nehat zanîn ê 8-10 salî jiyana xwe ji dest da.
* Di 24'ê Tîrmehê de li ber Miduryeta Polîsan a Rêya Armûşê maşîna zirxî li zarokê 4 salî Taha Kiliç qelibî û jiyana xwe ji dest da.
* Li taxa Karşiyakayê ya Silopiyaya Şirnexê maşîna zirxî di malekê de du birayên hev Muhammed û Furkan Yildirim qetil kir. Polîsê kujer di rûniştina yekemîn de hat tahliekirin.
* Di 21'ê Adarê de maşîneya sivîlan dema ji navçeya Hezexê ya Şirnexê diçû Cizîrê, maşîna zirxî li wan qelibî û di bûyerê de Okan Înce, Bahadir Beyzalioglu û kesekî navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan.
* Di 24'ê Cotmehê zarokê 5 salî Hakan Sarak dema li ber mala xwe dileyst, maşîna zirxî ew qetil kir.
* Di 4'ê Adarê de li ser rêya Sêrt-Êlihê maşîna zirxî Kerem Arslan qetil kir.
* Di 6'ê Cotmeha 2016'an de li ser Kolana Seyîd Riza ya Dersimê maşîna zirxî pîrejina 71 salî Naciye Ozdemîr qetil kir.