AMED – Duh êvarê li Farqînê hatibû diyarkirin ku mamoste Îzettîn Guven di êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest daye, lê hat zanîn ku Guven jiyana xwe ji dest nedaye û di beşa lezgîn de tê dermankirin.
Li kolanek taxa Bahçelîevler a Farqîna Amedê duh bi şev mamosteyê bi navê Îzettîn Guve (33) dema diçû mala xwe rastî êrîşek çekdarî hatibû. Hatibû ragihandin ku Guven jiyana xwe ji dest daye. Lê derket holê ku Guven ê 7 gule li bedena wî ketine jiyana xwe ji dest nedaye û li beşa lezgîn a Faqûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê tê dermankirin.