ŞIRNAK -Li navçeya Cizîrê jina ciwan Suzan Bagdur, bi wayekî daliqandî hat dîtin
Li taxa Nurê ya navçeya Cizîra Şirnexê jina 20-21 salî Suzan Bagdur, rojên borî bi banê xanî ve daliqadî hat dîtin. Polîsên ku li ser agahiyê hatin cihê bûyerê, cenazeyê Bagdur rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya navçeyê. Cenazeyê Bagdur ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û piştî otopsiyê malbatê cenaze li Cizîrê defin kir.
MALBATA BAGDUR LI BENDA RAPORA OTOPSÎNE
Têkildarî bûyerê malbata Bagdur agahî da û wiha got: “Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.” Li ser pirsa “Gelo pirsgirêkek a Bagdur hebû” jî malbatê ev bersiv da: “Em li benda rapora otopsiyên e. Hin îdîa li holê digerin. Gava rapor giha destê me, em ê têkildarî bûyerê raya giştî agahdar bikin.”