AMED - 24 sal di ser komkujî û şewata Lîcê re derbas bûn. Lê hêj berpirsiyar nehatin cezakirin. Berdevkê Platforma Lîce li Edaletê Digere Şiyar Kaymaz, diyar kir ku ew ji bo edaletê ketin rê, lê rastî bêedaletiyê tên. Prz. Fethi Gumuş jî anî ziman ku her tişt aşkere ye, lê faîl nehatin darizandin û wiha got: "Di belgeyek dewletê de hat gotin 'Di tevgerek kurdan de herêma ku ji hewa ve bê bombekirin Lîce ye'."
Di 22'ê Cotmeha 1993'an de li Lîcê komkujî pêk hatibû. Piştî Fermandarê Herêma Cendirmeyan û Tuggeneral Bahtiyar Aydin bi sûîkastê hat kuştin, li Lîcê komkujî pêk hatibû û Lîce şewitandin. Di komkujiyê de 16 welatî hatibûn kuştin û 36 kes jî birîndar bûn. Di ser komkujiya Lîcê re 24 sal derbas bûn, lê hêj kujer nehatin darizandin û nehatin cezakirin. Heyeta CHP'ê ku di navde Cîgirê Serokwezîrê wê demê Denîz Baykal hebû xwestin biçin li herêmê lêklîn bikin lê destûr nehatibû dayîn. Îdîanameya der barê dozê de piştî 20 salan hat amadekirin. Di îdîanameyê de hat îdîakirin ku PKK'ê bi ser navçeyê de girtiye. Lê derket holê ku hêzên di nava dewletê de xwestine tevliheviyê çêkin. Doza ku piştî 20 salan hat vekirin niha ber bi bêencamiyê ve diçe.
Parêzerê dozê Prz. Fethi Gumuş, diyar kir ku di dîrokê de wekî Şewata Lîcê cihê xwe girtiye û wiha got: "Wê demê ji ber ketin û derketin ji aliyê leşkeran ve hat girtin, ne pêkan bû ku em biçin li wir lêkolîn bikin û rastiyê li cihê wê fer bibin. Tevî hemû hewldanan me xwe negîhand dosya dozê. Dibêjin “PKK'ê Lîce xera kir". Ger ku wisa be çima hûn dosyaya lêpirsînê vedişêrin. Piştre ez fêr bûm ku Fermandarê 7'emîn Milê Artêşê Yê Amedê û Valî dosya li Qişlaya Milê Arteşê veşariye. 3 sal piştî Şewata Lîcê min xwe gîhand dosyayê. Ji ber li Tirkiye rêyên hiqûqê hatin girtin min doz bir DMME'yê. DMME'ê Tirkye mahkum kir."
DEWLET LI DIJÎ KURDAN SÛC DIKE
Gumuş, anî ziman ku ji bo kujerên vê komkujiyê bên darizandin wî û mexdûrên komkujiyê têkoşînek mezin dane û wiha got: "Rojek ma ku di ser dosyayê re dem bibore di sala 2014'an de îdianame hat amadekirin. Piştî leşkeran li hev îxbar kir rastî bêtir ronî bû. Di gliyê leşkeran ê ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şand de, hat ditin ku Leşkeran Lîce çawa şewitandiye. Bahtiyar Aydin çawa hatiye kuştin. Tevî ku bûyer ji aliyê kê ve pêk hatiye û her tişt ronî jî bûye darizandinek bi bandor nehat kirin. Berpirsiyar ronî nekirin. Dewlet bi erka xwe li dijî kurdan sûc dike. Heta niha ji dewletê kes nehatiye cezakirin. Di komkujiya Qelqeliye ya kuştina 33 kurdan de Mustafa Muglali hat cezakirin. Le piştre dewlet poşman bû û navê wî li qişla û kolanê kirin.
'DI TEVGEREK KURDAN DE HERÊMA EWIL BÊ BOMBEKIRIN NAVÇEYA LÎCÊ YE'
Gumuş, anî ziman ku ji ber gelê Licê tev li Serhildana Şêx Seîd bû piştgirî dan serhildanê dewletê muameleyek taybet nişan da û wuiha got: “Lîcê bala rayedarên dewletê yên wê demê û hikûmetê kişand. Piştî vê hewldanê dewletê bi taybet berê xwe da Lîcê. Ciwanên kurd li Amedê hatin darizandin. Di rapora MÎT'ê ya 'pir veşarî ye' de hat gotin ku 'Herêmên kurd lê dijîn di liv û tevgerek kurdan de cihê ewil ji hewa ve bê bombekirin Lice ye.' Di raporê de digot 'Lîce dê ji hewa de bê bombekirin' Piştre di sala 1993'an de hewcedariya Raporê pêk anîn û Lîce ji hewa û erdê de bombe kirin."
Berdevkê Platforma Lice li Edaletê Digere ya di sala 2014'an de hat avakirin Şiyar Kaymaz, jî diyar kir ku ji destpêkê heta niha dozê dişopînin û wiha got: "Em hem mexdûr û hem jî şahidê komkujiya Lîcê ne. Di cotmeha sala borî de ez bi KHK'ê ji mamostetiyê de hatim îxrackirin.
KOMKUJIYA LÎCÊ TENÊ BI 22'Ê COTMEHÊ NE BI SÎNAR E
Kaymaz, diyar kir ku wekî şahid û mexdûrê bûyerê bawer dike ku rojek dê teqez berpirsiyar bên darizandin û bên cezakirin. Kaymaz, anî ziman ku mexdûr û şahidên komkujiyê ji bo dîsa bûyerê ronî bikin û edalet cihê xwe bibîne, bi tevlêbûna nûnerên Rêxistinên Civakî ya Demokratîk di sala 2014'an de Platforma Lîce Li Edaletê Digere ava kirin û wiha got: "Ev bûyer ne encama şer e. Xwestin Lîceya ku bi nasnameya xwe ya muxalîf tê zanîn ceza bikin. Bi kuştina Bahtiyar Aydin xwestin rê li pêş Şewata Lîcê vekin. Divê komkujiya Lîcê tenê bi bûyera 22'ê Cotmeha 1993’an neyê bisînorkirin. Şewata Lîcê berdewama Şewata Madimak, bûyerên Şirnex û Pasûrê ye. Heta salên 1996'an berdewam kir. Em vê dozê wekî doza bê cezakirin nabînin. Em dixwazin bi rastiya xwe û paşerojê re bên rûqalî hev û hesap bê pirsîn. Heta ku edalet cihê xwe bibîne têkoşîna me dê berdewam bike. Nêzî 3 salin doz didome. Ji bo her aliyê vê komkujiyê roni bibe têkoşîna me dê bidome. Lê em dibînin ku em rastî bê edaletiyê tên. Em di pêvajoya darizandinê de rastî astengiyên gelek mezin tên. Li ser daxwaza bersucan doz şandin Dadgeha Îzmirê. Bi vê yekê derî ji bêedaletiyê re hat vekirin. Ji bo her darizandinê divê em hezar û 500 kilometre rê biçin û bên. Dixwazin şahidan û mexdûran tev li dozê nekin. Heta niha 6 caran heyeta dadgehê hat guhertin. Bi vê yekê baweriya me ji edaletê nemaye. Hêj êşê me bi dawî nebûne. Em tu carî vê komkujiyê ji bîr nakin. Heta kujer bên darizandin û edalet cihê xwe bibîne têkoşîna me dê berdewam bike."
Parêzerê Baroya Amedê ku li ser navê Lîce li Edaletê Digere Prz. Sidar Avşar jî anî ziman ku doza Lîcê ji sala 1993'an weki têkoşina hiqûqê didome û wiha got: "Ji bo ji serî heta bini bûyer bê ronîkirin û hemû delîl bên zelalkirin me xwest ji nûve keşîf bê kirin û delîl bên komkirin. Lê daxwazên me hatin redkirin. Me hemû belge kom kirin û pêşkêşî heyeta nû kirin. Lê heyeta nû ev belgeyên me red kirin. Ji bo bûyer ronî bibe gavên te xwestin heyet navêje. Tu hevîyê me ji vê heyetê nemaye. Ev polîtîkaya dewletê ya bêcezakirinê ye.
Wekî doza Musa Anter û JÎTEM'ê dixwazin kujer û leşkeran biparêzin."
MA / Semra Turan