ÎZMÎR – Di serhildanên Kobanê de li Îzmîrê Ekrem Kaceroglu bi lêdanê hatibû kuştin, piştî 3 salan li cihê bûyerê bi dîmenan cihê bûyerê re rapora pêzan hat amadekirin. Parêzer Nezahat Paşa diyar kir ku di rapora pêzan de jî piştrast bû ku hêzên dewletê çawa delîl reş kirine. Paşa aşkera kir ku di dîmenan de bersûc kêlî bi kêlî hatine qeydkirin û xwest bersûc bên girtin.
Li navçeya Bornovayê ya Îzmîrê di çalakiyên 6-8'ê Cotmehê yên Kobanê de, welatiyê bi navê Kerem Kaceroglu destpêkê bi çekê hatibû birîndarkirin û piştre bi lêdanê kuştibûn. Dîmenên cihê bûyerê hat lêkolînkirin û di çarçoveya wêne û delîlan de rapora pêzan piştî 3 salan hat amadekirin. Rapor radestî 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat kirin, di dosyaya ku der barê Kaceroglu de hat amadekirin de, harddîska 8 terabaytî, wêne û agahiyên ku ji 25 DVD'an pêk tê dê bên lêkolînkirin.
POLÎSAN DÎMEN PIŞTÎ SALEKÊ ŞAND
Di rapora pêzan de tê gotin ku 443 GB dîmenên ku TOMA'ya aydê Miduryeta Şaxa Hêzên Çevîk a Miduryeta Polîsa a Îzmîrê kişandiye, hatine lêkolînkirin, di dîmenên ku dane wan de, dîmenên di navbera 21'ê Sibata 2015'an û 25'ê Mijdara 2015'an cih digire. Kesê pêzan da zanîn ku dîmenên TOMA'yê aydê salek berê ne, ji ber wê dîmenên roja bûyerê hatine xwestin. Dîmenên roja bûyerê di 7'ê Hezîrana 2015'an de di 2 DVD'an de gihiştiye ber destê wan, di rapora pêzan de tê gotin ku TOMA'yê mudaxaleyê çalakiyê kiriye, lê dîmenên dema lêdana Kacaroglu nehatine kişandin. Dîsa di rapora pêzan de cih dane dîmenên li herêma Bazara Bornovayê yê jî û dîmenên li vê herêmê ji 926 GB'î pêk tê û di rapora pêzan de tê gotin ku dema lêdana Kacaroglu li vê herêmê jî nehatiye kişandin.
TABELAYÊN DELÎLAN NEHATIN IŞARETKIRIN
Di rapora pêzan a beşa "Tespît û Analîzên Teknîka Vîdeoyê" de jî tê piştrastkirin ku di dîmenan de tê dîtin ku bi taybetî hin kesên di destê wan de çek hene û koma nijadperest a ku lê rawestiya ne, tabelayên işartê nehatine bicihkirin. Di agahiyên dawî yên raporê de tê gotin ku kesên bi navê R.A., S.D., û M.K. yên ji dosyaya Kacaroglu bê girtî tên darizandin û kesekî kiryarê wî ne diyar di destê wî de çek heyî hatiye qeydkirin.
Di dawiya raporê de tê aşkera kirin ku li Cihê Bazara Doganlarê di destê bersûc R.A. de çek heye û çeka di destê xwe de bi berayî girtiye; li Cihê Bazara Doganlarê du caran li ser hev gule berdayê û di wê demê de saeta kamerayê 20.00:35 e û ev di dîmenên TOMA'yê de hatiye qeydkirin, di wê demê de saeta kamerayên li cihê Bazarê 20.01.36 dide nîşan û bersûc R.A. bi çeka di destê xwe de êrîş kiriye û li cihê bûyerê kesê mirî jiyana xwe ji dest daye û piştre hatiye lînçkirin, di vê navberê de vî kesî cihê ku kes lê hatiye kuştin guleke din jî berda ye û ev noqte bi tabelayên işaretê nehatiye diyarkirin...
Di dîmenan de tê gotin ku kesê li erdê bê tevger dirêjkirî ye, ji hêla çalakvanên din ve tê lînçkirin û di dema çalakiyê de bersûc M.K. bi pehnan li serê kesê kuştî dide, li cihê bûyerê bersûc K.A. bi darê di destê xwe de li kesê erdê dirêjkirî dixe, bersûc S.D. jî di çeka di destê xwe de li cihê bûyerê guleyan berdide hewa, li gorî dîmenên kamerayê S.D. di nava kesên ku lîncê dikin de nayê dîtin, kesayetiyekî mêr di dema peywirdar dîmenan dikişîne ji wî re astengiyê derdixe û peywirdar kameraman li cihê bûyerê dûr dixe..."
‘JI BO GIRTINÊ RAPOR TÊRÊ HEYE’
Parêzera malbata Kacaroglu Nezahat Paşa destnîşan kir ku di rapora pêzan de kêlî bi kêlî besûc hatine qeydkirin û ji bo darizandinê ev dîmen têrê hene û xwest demildest bersûc bên girtin û wiha got: "Lê ruxmê vê jî kes nehatiye girtin. Di rapora pêzan de jî tê diyarkirin ku li cihê bûyerê tabelayên işaretkirinê nehatine bicihkirin û ev jî mafdariya me bi zelalî derdixe holê. Me di serlêdana xwe de dabû zanîn ku hêzên ewlehiyê delîl reş kirine û bi vê raporê re em dîsa mafdar derketin. Lê dîsa jî der barê peywirdaran de biryara ne şopandinê hat dayîn."