STENBOL – Parêzer Eren Keskîn ku demekê parêzeriya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kiribû, diyar kir ku ji destpêka Îmraliyê heta niha tecrîd li ser Ocalan heye, lê tu carî bi qasî nihat tecrîd nehatiye girankirin. Keskîn, destnîşan kir ku di serdema Daîreya Cenga Taybet a Serfermandariya Giştî de jî hevdîtin dihat kirin, lê niha bi tu awayi agahî ji Ocalan nayê girtin.
Piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn bi 12 parêzeran re parastina Ocalan kiribûn. Keskîn diyar kir ku ji sala 2011'an vir ve bi qedemeyî hevdîtina bi parêzer û malbatan re li dijî hiqûqê ye û piştrast kir ku binpêkirinên mafan roja ku Ocalan teslîm kirine heta niha, dewam dike.
Keskîn da zanîn ku piştî Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de hatiye radestkirin, wê demê dema "Torosên Spî" bûye û wiha axivî: "Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî vekirî bi Dayreya Centa Taybet a Serfermandariya Giştî ve girêdayî bû. Dozger got ku 'Tu mafê min tune.' Ev mijara ku peywira dozger bû, digot tu rayeya min tune. Me got kê berpirsyar e, bersiva 'Ez nizanim, lêkolîn bikin' dida. Bêhiqûqiyek wiha hebû."
‘BIRYAR NE HIQÛQÎ SIYASÎ NE’
Keskîn aşkera kir ku tecrîd her ku diçe kûrtir dibe û wiha pê de çû: "Ji ber ku pêkanînên li dijî Ocalan ne tiştekî li gorî hiqûqa navxweyî û peymanên navneteweyî yên ku îmzeya xwe avêtine binî ye. Di siyasetê de, ev pêkanîneke ku dewlet li gorî siyasetê rewşê diguhere ye. Bi taybetî piştî desthilatdariyê dest ji polîtîkaya çareseriyê berda, polîtîkaya şidetê careke din hat rojevê û pêkanînên li dijî Îmraliyê careke din guherî. Ji ber wê mirov nikare qala hiqûqîbûna vê bike."
‘MEKANÎZMA JI HOLÊ RABÛN’
Keskîn anî ziman ku bi OHAL'ê re mekanîzmayên serlêdanê li holê nema ne û aşkera kir ku pêşî li hemû serlêdanên mekanîzmayê hatine giritn. Keskîn bi lêv kir ku piştrast kir ku Peymanên Mafên Mirovan ên Ewropayê li Tirkiyeyê hatine rakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her çendî peyman di daliqandinê de bimîne jî, mafê jiyanê, qedexeya li dijî îşkenceyê di daliqandinê de namîne. Wê demê heke OHAL hebe jî tecrîd nayê kirin. Divê ew derî bên vekirin. Lê hêj di vê mijarê de li ber xwe didin."
‘HEMÛ RÊ HATINE GIRTIN’
Keskîn da zanîn ku di sala 2012'an de Ji Bo Aştiyê Platforma Azadiya Ocalan hatiye avakirin, wê demê wan wekî komîsyona peyanê (girişim) bi rayedarên dewletê re hevdîtin pêk anîne û ev tişt anî ziman: "Me bi wezîran re di odeyên wan de hevdîtin pêk tanî. Me daxwazên xwe radigihandin û niha tu kes di vê warî de hevdîtinê nikare bike. hemû rê hatin girtin. Ji xwe niha parêzerên Ocalan ên Buroya Hiqûqê ya Asrînê serlêdanê dikin. Lê ji van serlêdanan tu encamê nagirin."
‘DÊ HEVDÎTIN PÊŞÎ LI VAN TIŞTAN BIGIRE’
Keskîn der barê agahiyên ku di çapemeniyê de der barê Ocalan de tên weşandin jî nirxand û got ku "Gotinên ku Ocalan miriye tên belavkirin" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev çima tên belavkirin. Gelo hin hêzên ku dixwazin tevliheviyê bikin hene. Divê ev jî bê nîqaşkirin. Piştre dozger ji neçarî daxuyanî da. Divê 'na dijî.' Ev hemû fikarên cidî derdixe holê, ev pêşveçûn dê tevliheviyê derxe. Ez dibêm ev belavkirina van agahiyan faliyetekî kontrayî ye. Hin kes di hin cihan de van gotinan belav dike û dixwaze tevliheviyekê derxe. Lê divê serwextî hebe. Li gorî min tişta ku dozger di vir de bike, divê destûrê bide ku parêzer bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin."
‘DIVÊ TIRKIYE LI GORÎ HIQÛQÊ TEV BIGERE’
Keskîn der barê serlêdanan û bersiva "redkirinê" de jî axivî û diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ku dozger bi serbixwe tev nagere û ev tişt got: "Bi rastî jî dozger heke bixwaze li gorî hiqûqê tev bigere, divê destûrê bide. Lê ji ber ku dozger ne serbixwe ye, bi serê xwe biryara redkirinê dide."
Keskîn herî dawî bang li Tirkiyeyê kir ku li gorî hiqûqa navxweyî tev bigere.