RIHA- Di saetên serê sibê de li navçeya Hewag a Rihayê 5 kes hatibûn binçavkirin û dûre li Pirsûsê jî 5 kes hatin binçavkirin.
Li Taxa Suluca ya navçeya Hewagê ya Rihayê ji heman malbatê Mûhîttîn, Hasan, Mehmet, Mîrkan Kara û ji Taxa Yaylakê jî, Mehmet Çelîk hatin binçavkirin. 5 kesên ku hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, birin Qereqola Cendirmeyan a Navçeya Hewagê.
Li Pirsûsê jî, di serdegirtina malan de, encûmenê Şaredariya Pirsûsê Mehmet Polat, rêveberên DBP’ê yên Pirsûsê Nuh Ceyran û Salîh Dag, welatî Cuma Demîr û Mehtmet Tavasi hatin binçavkirin.
Hat diyar kirin ku kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Pirsûsê û hinceta binçavkirina wan nehat zanîn.