WAN –Di pêşangeha pirtûkan a ji aliyê qeyûm ve hat vekirin de, tenê destûra weşanxaneyeke kurdî hat dayîn ku tevlî pêşangehê bibe.
Bi pêşengiya qeyûmê ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bû, îro li Navenda Pêşangeh û Kongreyê ya Tûşbayê pêşangeha pirtûkan hat vekirin. Bi dehan weşanxane tevlî pêşangehê bûn. Li pêşangeha ku zêdeyî 100 weşanxane tevlî wê bûn, ji weşanxaneyên kurdî tenê destûra Nûbiharê hat dayîn. Hat diyarkirin ku bi hinceta OHAL’ê destûra weşanxaneyên kurdî nehatiye dayîn.
Xwediyê Weşanxaneya Sîtavê Qahir Bateyî, anî ziman ku wan gelek caran serî lê daye, lê belê serlêdanên wan nehatine qebûlkirin. Bateyî wiha got: “Ji me re gotin ji ber OHAL’ê ye. Hemû pirtûkên me ji aliyê Wezareta Çandê ve hatine tesdîqkirin. Dê sibê li Êlihê jî dest pê bike. Li wir jî nehiştine weşanxaneyên kurdî tevlî bibin. Ev li hemberî zimanê kurdî bêhurmetî ye.”
Berpirsiyarê standa Weşanxaneya Nûbiharê Naîm Ramazan jî, anî ziman ku ew ji Stenbolê hatine. Ramazan diyar kir ku sala çûyîn weşanxaneyên kurdî tevlî pêşangehê bûbûn. Ramazan, got ku di pêşangehê de nebûna weşanxaneyên kurdî cihê xemgîniyê ye.