ENQERE – ÇGD’ê bertek nîşanî binçavkirina nûçegihanên Ajansa Mezopotamya û JINEWS’ê da û got: “Zextên li dijî rojnamegeran wek bumerangê ye dê vegere û li we bide.”
Komeleya Rojnamegerên Çagdaş (ÇGD) têkildarî binçavkirina nûçegihanên ajansa me Ajansa Mezopotamya Selman Guzelyuz û Dîren Yurtsever, edîtora JINNEWS’ê Sîbel Yukler û nûçegihanên JINNEWS’ê Duygu Erol û Habîbe Eren daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand zextên li ser rojnamegeran.
ÇGD’ê bi sernavê “Zextên li dijî rojnamegeran wek bumerangê (darik) ye dê vegere û li we bide” daxuyanî da û got: “Her roja em ji xewê radibin êrîşek nû û sepandinên çewisandinê li ser pîşeya me ye. Her roja ku diçe li dijî rojnamegeran û saziyên çapemeniyê zext û pêkûtî zêde dibin. Rojnameger ne berdevkê desthilatdariyê ne û ew kesên dengê rastiyê radigihînin civakê ne. Em di ferqa bedelên ji bo pîşeya xwe didin de ne. Zextên li dijî rojnamegeran wek bumerangê (darik) ye dê vegere û li we bide.”
ÇGD’ê xwest dawî li zextên li ser rojnamegeran bê û got: “Em dawaz dikin ku hevkarên me rojnameger demil dest serbest bên berdan.”