WAN – Rûniştina doza 2’emîn a di nav de Hevşaredarê Bêgirê Mehmet Alî Tunç jî heye hat dîtin û kesek hat berdan.
Li navçeya Bêgirê ya Wanê di 13’ê çileya 2017’an de di nav de Hevşaredarê Bêgirê Mehmet Alî Tunç ê ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin heye 6 kes hatibûn binçavkirin û pişt re bi îdîaya “Endamê rêxistinê ne” û “Yekîtiya dewletê xerakirin e” hatin girtin. Rûniştina doza 2’emîn li Dadgeha Cezayê Giran a 2’emîn a Wanê hat dîtin. Hevşaredar Tunç, xebatkarên şaredariyê Cafer Bozak, Yemlîhan Akkuş, Erhan Akkuş, Hekîm Kohan û Zekî Yildiz û parêzerên wan di dozê de amade bûn.
Piştî venêrîna nasnameyan Zekî Yildiz ê karê firinê dike ku di dosyeyê de wek şahid tê dîtin diyar kir ku îdîaya ku der barê serok şaredar de îfade daye di bin îşkenceyê de bi zorê pê dane îmzekirin.
Pişt re Hevşaredar Tunç parastina xwe kir û destnîşan kir ku xebatê daye meşandin di çarçoveya xizmeta şaredariyê de kiriye û tahliye û berata xwe daxwaz kir.
Piştî parastinan heyeta dadgehê, xebatkarê şaredariyê Cafer Bozak tahliye kir û ji bo kêmasiyên dosyeyê temam bibin biryara berdewama girtina Tunç û 4 kesên din da. Doz taloqî 12’ê çile 2018’an hat kirin.