AMED - Baroya Amedê ji bo faîlên Tahir Elçî bên dîtin çalakî lidarxist. Sekreterê Giştî yê Baroya Amedê Mahsum Bati, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Ji bo ronîkirina qetilkirina Elçî dê israra me bidomîne.
Di 28'e Mijdara 2015'an de li ber Mînareya Çar Ling a li navçeya Sûra Amedê, Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî hat qetilkirin. Baroya Amedê ji bo kujer bên dîtin di hefteya 97'an de li ber Edliya Amedê çalakî li dar xist. Di çalakiya ku gelek parêzer bi cubeyên xwe beşdar bûn de, pankarta bi zimanê kurdî û tirkê ya "Em ê te ji bîr nekin" û wêneyên Elçî vekirin.
Li ser navê Baroya Amedê Sekreterê Baroyê Parêzer Mahsum Bati axivî û diyar kir ku li ser qetilkirina Elçîre 2 sal derba bûn, lê ligel vê yekê hîna di lêpirsînê de tu pêşketin çênebûye. Bati, da zanîn ku dê Baroya Amedê şopdarê vê lêpirsînê be û wiha got: “Dê isras û rika me ya di vê mijarê de bidome. Ji ber ku baweriya me bi hiqûq û edaletê tê, em evqas bi israrin. Ji ber vê yekê em bang li rayedaran dikim ku xwedî li ronîkirina dosyeya lêpîrsînê derkevin.”
Çalakiya bi rûniştinê ya 5 deqeyan, bi dawî bû.