AMED - Rûniştina doza Parlamenterên HDP’a Amedê Îdrîs Baluken, Çaglar Demîrel û Îmam Taşçier pêk hat. Parlamenter beşdarî rûniştina dozê nebûn. Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr, diyar kir ku qebûlkirina îdîanameyê li dijî qanûnê ye.
Rûniştina doza parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Îdrîs Balukên, Çaglar Demîrel û Îmam Taşçier ku bi îdîaya di qedexeya derketina derve ya li Sûrê de, di 10’ê Cotmaha 2015’an de tev li Med Nûçe TV bûn hat vekirin, li 12’emîn Dadgaha Cezayê Eslî ya Amedê hat dîtin. Derbarê parlamenterên HDP’ê de bi sûcdariya “Heqaret li mezinên dewletê kirin”, “Ji ber erka xwe heqaret li erkdarên çemawerî kirin” û “Bi awayek vekirî gel, Komar û Meclîsa Neteweyî ya Tirkiyeyê kêm xistin” ji 3 sal û 6 mehan, heya 10 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Demîrel ji ber sûcekê din ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa F a Kandirayê tê girtin û Baluken jî ji ber nexweşîna xwe ya tenduristiyê ji Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa F a Sîncanê beşarî dozê nabûn. Parlamenter Taşçier jî beşdarî dozê nebû. Parêzerê Taşçier Soran Haldî Mizrak parastin kir û ji bo ewraqên dosyayê lêkolîn bike, dem xwest.
'ÎDÎANAME NE QANÛNIYE'
Parêzera Demîrel û Balukên Reyhan Yalçindag Baydemîr jî, parastin kir û wiha got: “Berî muwekîlên min bên girtin, hemwekîlên koma partiyek siyasî ya li Tirkiyeyê ku di rêza 3’yan debû. Rewşa tenduristiya her du muwekîlên min nebaşe. Îdîanameya hat qebûlkirin, ne qanûniye. Axaftinên parlamenteran ên Meclîsê de kirîn, hema bêje li derve de jî heman axaftin kirin e. Ez dixwazin girtekên axaftinên parlamenteran ên di meclisê de kirîn, bên xwestin. Ez di wê baweriyê deme, gava ev girtek bên, dê ev doz jî bikeve.”
Yalçindag ji bo lêkolîna hin ewraqên nû yên ketin dosyayê de parastinê amade bike, dem xwest. Dadger biryara xwe ya navberê aşkere kir û ji bo temamkirina hin ewraqên dosyayê doz taloqî Sibata 2018’an kir.