ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" 346 roj in li Kolana Yukselê dewam dike, çalakvanên ku xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê, polîs êrîşê wan kir û 9 kes binçav kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça 224 roj in berdewam dike, çalakiya piştgiriyê ya "Em karê xwe dixwazin" 346 roj li pey xwe hişt. Koma li Kuçeya Konurê li hev kom bûn û xwestin li ber Birdariya Mafê Jiyanê daxuyaniyê bidin, polîsan nehişt ew derbasî Kolana Yukselê bibin. Komê li vir xwest li pêşberî polîsan daxuyaniyê bide, lê polîsan êrîşê çalakvanan kir û pankartên wan çirandin. Di êrîşa polîsan de 9 kes hatin binçavkirin.