MÊRDÎN – Weliyê Mêrdînê bi rayeya ku ji OHAL’ê girtiye, her cure şahî û çalakiyên li herêmê 3 mehan qedexe kir..
Bi fermana Waliyê Mêrdînê 3 mehan xwepêşandan, meş û mîtîng hatin qedexekirin û hemû raye bi qaymeqayman ve hat girêdan. Walîtiyê di malpera xwe ya fermî de daxuyanî belav kir û ev pêkanîn spart Rewşa Awarte.
Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Rêxistinên terorî, ji bo yekitî û wekheviya welatê me xirab bikin, serî li hemû rê û rêbazan didin, ji hêlekê ve di rêyan de teqemeniyan bi cih dikin û ji hêzên me yên ewlehiyê û welatiyan re xetereyê derdixin, ji hêlekê ve bi rêbazên çekdarî êrîşan dikin. Ji hêla din ve jî civîn û xwepêşandanên ku li gorî makeqanûnê hatine mafek in, ev yek gefan li azadiyê dixwe û ji ber wê heta 3 mehan her cure xwepêşandan û şahî hatine qedexekirin."