Divê dozger der barê îdiayên înfazê de agahî bide

  • rojane
  • 13:54 20 Cotmeh 2017
  • |
img

MUGLA - Parêzer Gunfer Karadenîz cenazeyên li Muglayê dîtibû û fikarên xwe yên der barê înfazan de anîbû rojevê. Piştî daxayaniya HPG'ê ku gotibû "piştî jehr kirinê, înfaz kirine", parêzerê ji dozger xwe der barê îdiayan de daxuyaniyê bide.

Li navçeya Seydîkemerê ya Muglayê di 4'ê Cotmehê de 7 kes hatibûn îşkencekirin û wêneyên wanên ji piştê ve kelepçekirî li ser medyaya civakî hatibûn weşandin. Li navçeya Koycegîzê jî hatibû îdiakirin di 6'ê Cotmehê de şer derketiye û 5 kesan jiyan xwe ji dest daye, 2 kesên ku lêgerîna wan dewam dike, kesekî bombeya li ser xwe teqandiye û jiyana xwe ji dest daye. Lê tiştên ku malbat, parêzer û şêniyên navçeyê tanîn ziman, fikarên "înfazê" zêde kiribûn. Herî dawî Hêzên Parastina Gel (HPG) daxuyanî dabû û piştrast kiribû ku hevrêyên wan "piştî jahr kirinê, hatine înfazkirin."  
 
WELATIYÊN HERÊMÊ: ME DENGÊ PEVÇÛNÊ NEBIHÎST
 
Şêniyên Koycegîzê diyar kirin ku cihê ku bûyer lê qewimî ye wan dengê çekan nebihîstiye. Welatiyên herêmê dan zanîn ku li dijî bûyerên diziyê her êvarê çend gule tên teqandin, lêwan dengê zêde nebihîstiye. Her wiha şêniyên herêmê aşkera kirin ku di 5'ê Cotmehê de li herêmê operasyona leşkerî hatiye destpêkirin, li gelek herêmên navçeyê, li otogar û hwd. leşkerên bi çek dîtine û tevgereke zêde ya leşkerî li herêmê hebûye.
 
RAPORA OTOPSIYÊ YA DESTPÊKÊ NEDAN
 
3 kesên ku ji hêla malbatan ve cenazeyên wan hatin wergirtin, bi îdiaya biryara "veşarî" heye û "li gel dozger tune", raporên wekî "rapora mayemenê ya mirinê", "rapora destpêkê" nedane malbat û parêzeran.
 
ARSLAN: ŞOPÊN GULEYAN TUNE
 
Cenazeyê Musa Arslan piştî li Mêrsînê hat definkirin, apê Arslan Abdulselam Arslan der barê bûyerê de axivî û ev tişt got: "Di laşê wî de şopên guleyan tune bû. Tenê şopên hin derban hebû. Di guh û qalçeya wî û li ber lebatên wî yên zayendî şopên reş hebûn. Ez difikirim ku bi îşkenceyê hatiye qetilkirin."
 
DOZGER DAXUYANÎ NEDA
 
Serdozgerê Komarê yê Muglayê heta niha der barê bûyerê de yek daxuyanî jî neda, lê der barê kesên ku wêneyên îşkenceyê parvekirin de lêpirsîn da destpêkirin.
 
PARÊZER: DIVÊ DOZGER BERSIVÊ BIDE
 
Parêzer Gunfer Karadenîz aşkera kir ku dema wê cenaze dîtine, fikara "înfazê" di serê wê de çê bûye, piştrast kir ku der barê înfazan de dozgeriyê tu daxuyanî neda ye. Karadenîz destnîşan kir ku divê piştî cenaze hat teslîmkirin, demil dest rapora otopsiyê bidin malabat û parêzeran, lê nedana raporê înfazê zêde dike.
 
Karadenîz anî ziman ku ew nizane dê li gorî xwe raporekê amade bikin an na? û wiha pê de çû: "Dinbe amade bikin. Wê demê jî bijîşkên ku kar û bar kirine dê bikevin bin xetereyê. Cenaze hatine definkirin, nayê wê wateyê dê otopsî êdî neyê kirin."
 
Karadenîz diyar kir ku dê her tişt bi zelalî di raporên otopsiyê de bên diyarkirin û wiha got: "Daxuyaniyên walî yên wekî di cenazeyan de gelek şopên guleyan hene, lê me di cenazeyan de şopên guleyan nedît. Li gorî min ev ne pevçûn e, înfaz e. Divê dozger der barê hemû tiştî de daxuyaniyekê bide."
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

22/10/2017
09:27 Tevî 7 zarokên xwe li dijî rûxandinê di ber xwe dide
09:26 Endamên KÎD'ê: Azadî bi yekîtiya neteweyî pêkan e
09:25 Kekê Kemal Kurkut: Sûc heye, lê daraz tune
09:23 Welatiyên ereb bi piştgiriyê çandê diparêzin
09:23 Qereqolê welatî bê av hiştin
09:00 ROJEVA 22'Ê COTMEHA 2017'AN
21/10/2017
21:24 Maşîna polîsan Feleka 7 salî qetil kir
21:23 Wê Rûsya û Iraq der barê rewşa li Kurdistana Federe de hevdîtinê çê bikin
21:09 3 rojnameger hatin berdan
20:57 Bafil Talabanî: Bila der barê pêkanînên li Kerkûkê de lêpirsîn bên destpêkirin
20:44 Beştaş: Dawiya dawî wê deriyê Îmraliyê vebin
18:13 TJA: Ger ku deriyê Îmraliyê bê vekirin dê bêhna gel derkeve
17:58 Leşkeran li Farqînê 9 gundî binçav kirin
17:09 HDP’ê li dijî tecrîda li ser Ocalan giştînameyek belav kir
16:33 Xizmên windayan: Zû tecrîdê bi dawî bikin
16:31 Li Kayseriyê êrîşê Îhsan Elîaçik kirin
16:12 'Em dê nivîsandinê berdewam bikin'
15:57 Wekîlên HDP’ê Gundê Amara ziyaret kirin
15:56 ‘Leşkeran kesên binçav kirin, 22 sal e agahî ji wan nayê girtin’
15:39 Polîsan li Kolana Yukselê 7 kes binçav kirin
15:30 Li Amedê gotûbêja ‘Nivîskar Seherê dixwînin’
15:13 NÇM'ê bernameya Mihrîcana Çand û Hunere aşkere kir: Dê bibe bêhn
15:04 'Girtiyê nexweş Donmez berdin'
14:56 'Ocalan xeta kurdan a sor e'
14:30 Meşa 'Edalet, kar û qut' di roja duyemîn de ye
14:22 Dayikên Şemiyê: Tenê bila kefen û gorên wan hebin
14:16 Rêxistinên Rojnamegeran: Bila rojnameger bên berdan
13:52 Ji bo Ocalan dadikevin qada Khalkedonê
11:39 Maşîneyên zirxî di salekê de 20 kes qetil kirin
11:33 Gotin miriye lê li nexweşxaneyê tê dermankirin
11:32 Qedexeya li 4 navçeyên Amedê hat rakirin
11:32 Jina ciwan bi daliqandî hat dîtin
11:11 ‘Li şûna rojnamegeran divê Berat Albayrak bê darizandin’
11:07 Rojnameger Çelîkkan hat berdan
11:07 Karkerekê Sûriyeyî jiyana xwe ji dest da
11:06 Rapora MÎT'ê: Lîce dê ji hewa ve bê bombekirin
10:51 Hem rîçalê difiroşe, hem jî peyam dide!
10:49 Yekîneya sivîl a di operasyona Farqînê de sivîlan dike hedef
10:26 Kujer kêlî bi kêlî hatine qeydkirin, lê dîsa jî serbest in
09:28 ÎHD û TTB: Heta niha karker çawa li vir xebitîn?
09:27 Bi têkoşînê nêrîna li dijî jinê guhert
09:25 Bav: Yên kujer berdan dê wî beraet jî bikin
09:24 Gav paş ve neavêt û karê xwe ava kir
09:24 Jiyana komunî ya li girtîgehê, li derve jî didomîne
09:23 Li hemberî tecrîda li Îmraliyê ji bo ‘xerakirina biryarê’ serî li wezaretê dan
09:22 47 sal in wêneyên ‘dînên’ bajêr dikişine
09:21 Keskîn: Tecrîda li Îmraliyê tu carî qasî niha giran nebûye'
09:16 Buldan: Tirkiye dê bi rakirina tecrîdê ji aloziyê rizgar bibe
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2017'AN
20/10/2017
18:52 Biryara nepeniyê danîn ser dosyeya rojnamegerên hatin binçavkirin
18:11 Di pêşangeha ku ji aliyê qeyûm hat vekirin de, cih nedan weşanxaneyên kurdî!
17:56 Hevserokên HDP’ê yê Antalyayê tehliye bûn
16:54 ÇGD: Ev zext dê li we vegerin
16:32 Hevşaredarê Bêgirê Tunç nehat berdan
15:29 ‘Ji bo ronîkirina cînayeta Elçî dê israra me bidome’
15:24 'Serkeftina Jinan a li Reqqa hêz da me'
14:56 Parlamenterên HDP'î beşdarî dozê nebûn
14:55 9 kes li Kolana Yukselê binçav kirin
14:50 QSD: Em Reqayê radestî Meclîsa Sivîl dikin
14:13 Prz. Denîz Yildirim bi biryara navberê hat berdan
14:12 Kesên têkildarî hezanê hatin binçavkirin hatin berdan
14:11 'Divê hevalên me rojnameger zû bên berdan’
13:56 Walîyê Mêrdînê her cure şahî û çalakî qedexe kir
13:54 Divê dozger der barê îdiayên înfazê de agahî bide
13:30 Li meclîsê ji bo Ocalan bang li CPT'ê kir: Nebin şirîkê sûc
13:17 Polîsan 7 HDP'î binçav kirin
13:14 HDP’ê malbatên di kana komirê de xizmên xwe winda kirin, ziyaret kir
12:53 Li Stenbolê jinek bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma
12:44 ÎHD: Bila Osman Kavala serbest bê berdan
12:42 Herêma Federal a Kurdistanê sedî 35 piçûk bû
12:41 Gelo dê ji malbatan re çi bibêjin?
11:55 Artêşa Iraqê dest danî ser Pirde
11:23 Malbata Ocalan xwest biçin Îmraliyê
10:23 Dayik li Stenbolê, xwûşk li Êlihê li Mehmet digerin
09:53 5 rojnameger li Enqerê hatin binçavkirin
09:49 Masîvanên Mêrsînê: Em cefayê bazirgan jîsefayê dibînin
09:26 ‘Tu li Pozantiyê nebûyî zilam, lê em ê te li Tarsûsê bikin zilam’
09:25 Beştaş: Kesên ku Ocalan tecrîd dikin dê bên darizandin
09:24 'Heya qanûnê bi paşve nekêşin, em ê têbikoşin'
09:23 Hem derbkirin hem jî gilî kirin
09:21 ‘Jin li dijî KHK’ê li ber xwe didin'
09:20 Teqewîtbûnê wî têr nekir carek din dest bi kar kir
09:19 ‘Ya ku wê rojnamegeran ji girtîgehê derxîne piştevanî ye’
09:17 Ocaxên mermeran Komir wêran kir
09:16 Li warê Feqiyê Teyran dema gûzan
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2017'AN
19/10/2017
18:30 Cenazeyê Keskîn hat wergirtin, lê agahî ji Şaşar nayên wergirtin
17:34 Şaban Dişli yê AKP'î ji peywira xwe îstifa kir
17:08 'Divê em li dijî qanûnên jinan dixin hedef rêxistinê xurt bikin’
17:00 Li girtîgehan ji bo Ocalan çalakî dest pê dikin
16:59 Serlêdana parêzeran a cara 697’emîn hat redkirin
16:47 Dema binçavkirina Osman Kavala hat dirêjkirin
16:36 Jinên girtî tecrîd şermezar kir
16:32 Malbata Zafer Ceyhan serlêdan sûc kir
16:29 HPG’ê der barê bûyera Mûglayê de daxuyanî da
15:46 Bîrdariya Komkujiya Miran hat rûxandin
15:46 Hevserokê DBP'ê Arslan: Yek gotina Ocalan bes e
15:29 Xebatkrên Van TV beraet kirin
15:10 Li Pîra Sîsê îşkence kirin
14:44 Xwestin Meclis li Îmraliyê lêkolînê pêk bîne