Li meclîsê ji bo Ocalan bang li CPT'ê kir: Nebin şirîkê sûc

  • rojane
  • 13:30 20 Cotmeh 2017
  • |
img

ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, bi armanca balê bikşîne ser ewlehî û tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Dîlek Ocalan, di civînê de bang li CPT, DMME û konîsyona NY'ê kir û xwest li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin û nebin şirîkên sûc. Ocalan xwest bi lezgîn malbat, parêzer û heyet bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin. 

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê Dîlek Ocalan, têkildarî tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li meclîsê civîna çapemeninyê pêk anî. Di civînê de parlamenterên HDP'ê Sibel Yigitalp Ertugrul Kurkçu jî amade bûn. 
 
Dîlek Ocalan, bal kişand ser şert û mercên Ocalan ên tecrîdê û wiha got: "Em ji tenduristî, ewlehiya Ocalan bi tu awayî agahiyê nastînin. Ev bêtir me dixe nava fikaran. Birêz Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Ji 6'ê Cotmeha 2014'an û şûnde malbat nekarîbûn biçin Îmraliyê û hevdîtin bikin. Piştî 50 nûnerên saziyên kurdan ketin greva birçîbûnê di 11'ê Îlona 2016’an de carekê hevdîtin hat kirin. 3 salin Malbat bi Ocalan re tenê 2 caran hevdîtin kiriye. Malbat bi tu awayî nikarin bi riya name, faks, telefonê û hemû amûrên ragihandin û agahiyan bi Ocalan re diyalogê pêk bînin. 14 mehin bê navber malbat bi tu awayî agahiyê ji Birêz Ocalan nagirin. Birêz Ocalan ji sala 1999'an heta niha bi tena serê xwe di yek hucreyê de tê girtin. Ji wê demê heta niha qet destûr nehatiye dayîn ku bi telefonê bi malbatê re bi axive."  
 
'OCALAN MIFTEYA DEMOKRATÎKBÛNÊ YE'
 
Dîlek Ocalan, destnişan kir ku piştî di salên 2013-2015'an de pêvajoya çareseriya demokratîk pêş ket, hêviya jiyana hevpar a gelan ji nûve geş bû û wiha got: "Me hemûyan bi hevre dît ku piştî diyalog pêş ketin hêviyên jiyana hevpar pêş ket. Lê Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan, ji bo îktîdara xwe, polîtîkaya şer a li Sûriye kişand nava Tirkiye. Li şûna pirsgirêka kurd a esasî bi riya diyalogê çareser bike, pêvajoya çareseriyê xera kir û dest bi plana hilweşandinê kir. Li şûna demokratikbûnê şer kûr kir. Kaos bêtir zêde kir. Îktîdara Erdogan- AKP'ê li şûna çareseriya aştiyê li Rojhilata Navîn pêş bixe, şer kûr kir û belav kir. Lê di pêvajoya çareseriyê de Birêz Ocalan gotibû 'Ger ku em li Tirkiye aştiyê pêş bixin, li herêmê îtîfaqa demokratîk pêş bixin, em dê karibin hemû pirsgirêka li Rojhilata Navîn bi riya demorasiyê çareser bikin. Em dê bi aştiya navxweyî ya Tirkiye karibin Rojhilata Navîn bêtir demokratîk bikin." 
 
'ÎDÎA FIKARAN ZÊDEE DIKIN'
 
Dîlek Ocalan, bal kişand ser îdiayên di medya civakî de belav bûn û wiha got: "Di rojên dawî de der barê Birêz Ocalan de hin angaştên der barê ewlehî û tenduristiya Ocalan ketin rojevê. Ev bêtir me dixin nava fikaran. Di serî  de li Tirkiye û hemû cîhanê hem kurdan û hem jî hemû hêzên demokratîk dixin nava fikaran. Ev mijar hem ji bo gelê kurd û hem jî ji bo hemû hêzên demokratîk mijarek pir hasas e. Her çend Serdozgerê Komarê yê Bursayê got 'Ev nûçe bê bingeh in' û ser wê girt jî ev yek nayê qebûlkirin. Hêj ew kesê ku ev îdîa avêt holê me ew nedîtiye. Ev kesana kîne? Di serdemên berê de jî der barê Îmraliyê de îdîayên wisa xistin rojevê. Lê Serdozgerê Komarê tu daxuyanî nedan. Em ji kesên dibêjin 'Ev parvekirinên li ser medya civakî provokatif in' dipirsin û dibêjin, Li Îmraliyê tecrîda giran didome. Em tu agahiyê ji Birêz Ocalan nastînin. Ma statuya girtîgeha Îmralî her dem ji provokasyonan re ne vekiriye? Ger ku bi Brêz Ocalan re hevdîtin hatibana kirin, gelo ev nûçeyên bi vî rengî dê belav bûbûna?" 
 
'OCALAN NE GIRTIYEKÎ JI RÊZÊ YE'
 
Dilek Ocalan anî ziman ku Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye û wiha lê zêde kir: "Tecrîd û pêkanînên li ser Birêz Ocalan tên kirin em nikarin wekî bêhiqûqiya li ser kesekî binav bikin. Birêz Ocalan vîna demokratîkbûn û aştiya civakî ya Tirkiye ye. Hêza sereke ya siyaseta demokratîk û çareseriya demokratîk e. Ev pêvajoyê dema ku guh bidin Ocalan da ku karibe Tirkiyeya demokratik bike û çareseriya pirsgirêka kurd a aştiyane pêş bixe ye. Ji ber ku dermanê li dijî darbeyê aştî û demokrasî ye." 
 
'DIVÊ BI LEZGÎN PARÊZER Û MALBAT BIÇIN HEVDÎTIN BIKIN'
 
Ocalan herî dawî bang li nûnerên CPT, DMME û Komîseriya Yekîtiya Neteweyî kir û got: "Tecrid sûcê mirovahiyê ye. Bêdengiya li hemberî tecrîdê şirîkê sûc e. Em dibêjin bi bêdengiyê nebin şirîkê sûcê mirovahiyê. Em bang li hikûmetê jî dikin û dibêjin em dixwazin der barê tenduristî û ewlehiya Ocalan de agahiyê ji wî bi xwe bigirin. Ji ber vê yekê em dixwazin bi lezgîn guh bide daxqazên cemaweriyê. Divê îktîdar û saziyên dewletê, tecrîda mutlak ku tê wateya şer, bi lezgîn ji holê rakin û rê li pêş hevdîtina bi Birêz Ocalan re vekin. Divê bi lezgîn deriyê Îmraliyê ji malbat, parêzeran û heyetê re vekin. Divê bi lezgîn heyetek siyasî biçin bi Ocalan re hevdîtin bikin." 
 

Sernavên din

22/10/2017
09:27 Tevî 7 zarokên xwe li dijî rûxandinê di ber xwe dide
09:26 Endamên KÎD'ê: Azadî bi yekîtiya neteweyî pêkan e
09:25 Kekê Kemal Kurkut: Sûc heye, lê daraz tune
09:23 Welatiyên ereb bi piştgiriyê çandê diparêzin
09:23 Qereqolê welatî bê av hiştin
09:00 ROJEVA 22'Ê COTMEHA 2017'AN
21/10/2017
21:24 Maşîna polîsan Feleka 7 salî qetil kir
21:23 Wê Rûsya û Iraq der barê rewşa li Kurdistana Federe de hevdîtinê çê bikin
21:09 3 rojnameger hatin berdan
20:57 Bafil Talabanî: Bila der barê pêkanînên li Kerkûkê de lêpirsîn bên destpêkirin
20:44 Beştaş: Dawiya dawî wê deriyê Îmraliyê vebin
18:13 TJA: Ger ku deriyê Îmraliyê bê vekirin dê bêhna gel derkeve
17:58 Leşkeran li Farqînê 9 gundî binçav kirin
17:09 HDP’ê li dijî tecrîda li ser Ocalan giştînameyek belav kir
16:33 Xizmên windayan: Zû tecrîdê bi dawî bikin
16:31 Li Kayseriyê êrîşê Îhsan Elîaçik kirin
16:12 'Em dê nivîsandinê berdewam bikin'
15:57 Wekîlên HDP’ê Gundê Amara ziyaret kirin
15:56 ‘Leşkeran kesên binçav kirin, 22 sal e agahî ji wan nayê girtin’
15:39 Polîsan li Kolana Yukselê 7 kes binçav kirin
15:30 Li Amedê gotûbêja ‘Nivîskar Seherê dixwînin’
15:13 NÇM'ê bernameya Mihrîcana Çand û Hunere aşkere kir: Dê bibe bêhn
15:04 'Girtiyê nexweş Donmez berdin'
14:56 'Ocalan xeta kurdan a sor e'
14:30 Meşa 'Edalet, kar û qut' di roja duyemîn de ye
14:22 Dayikên Şemiyê: Tenê bila kefen û gorên wan hebin
14:16 Rêxistinên Rojnamegeran: Bila rojnameger bên berdan
13:52 Ji bo Ocalan dadikevin qada Khalkedonê
11:39 Maşîneyên zirxî di salekê de 20 kes qetil kirin
11:33 Gotin miriye lê li nexweşxaneyê tê dermankirin
11:32 Qedexeya li 4 navçeyên Amedê hat rakirin
11:32 Jina ciwan bi daliqandî hat dîtin
11:11 ‘Li şûna rojnamegeran divê Berat Albayrak bê darizandin’
11:07 Rojnameger Çelîkkan hat berdan
11:07 Karkerekê Sûriyeyî jiyana xwe ji dest da
11:06 Rapora MÎT'ê: Lîce dê ji hewa ve bê bombekirin
10:51 Hem rîçalê difiroşe, hem jî peyam dide!
10:49 Yekîneya sivîl a di operasyona Farqînê de sivîlan dike hedef
10:26 Kujer kêlî bi kêlî hatine qeydkirin, lê dîsa jî serbest in
09:28 ÎHD û TTB: Heta niha karker çawa li vir xebitîn?
09:27 Bi têkoşînê nêrîna li dijî jinê guhert
09:25 Bav: Yên kujer berdan dê wî beraet jî bikin
09:24 Gav paş ve neavêt û karê xwe ava kir
09:24 Jiyana komunî ya li girtîgehê, li derve jî didomîne
09:23 Li hemberî tecrîda li Îmraliyê ji bo ‘xerakirina biryarê’ serî li wezaretê dan
09:22 47 sal in wêneyên ‘dînên’ bajêr dikişine
09:21 Keskîn: Tecrîda li Îmraliyê tu carî qasî niha giran nebûye'
09:16 Buldan: Tirkiye dê bi rakirina tecrîdê ji aloziyê rizgar bibe
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2017'AN
20/10/2017
18:52 Biryara nepeniyê danîn ser dosyeya rojnamegerên hatin binçavkirin
18:11 Di pêşangeha ku ji aliyê qeyûm hat vekirin de, cih nedan weşanxaneyên kurdî!
17:56 Hevserokên HDP’ê yê Antalyayê tehliye bûn
16:54 ÇGD: Ev zext dê li we vegerin
16:32 Hevşaredarê Bêgirê Tunç nehat berdan
15:29 ‘Ji bo ronîkirina cînayeta Elçî dê israra me bidome’
15:24 'Serkeftina Jinan a li Reqqa hêz da me'
14:56 Parlamenterên HDP'î beşdarî dozê nebûn
14:55 9 kes li Kolana Yukselê binçav kirin
14:50 QSD: Em Reqayê radestî Meclîsa Sivîl dikin
14:13 Prz. Denîz Yildirim bi biryara navberê hat berdan
14:12 Kesên têkildarî hezanê hatin binçavkirin hatin berdan
14:11 'Divê hevalên me rojnameger zû bên berdan’
13:56 Walîyê Mêrdînê her cure şahî û çalakî qedexe kir
13:54 Divê dozger der barê îdiayên înfazê de agahî bide
13:30 Li meclîsê ji bo Ocalan bang li CPT'ê kir: Nebin şirîkê sûc
13:17 Polîsan 7 HDP'î binçav kirin
13:14 HDP’ê malbatên di kana komirê de xizmên xwe winda kirin, ziyaret kir
12:53 Li Stenbolê jinek bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma
12:44 ÎHD: Bila Osman Kavala serbest bê berdan
12:42 Herêma Federal a Kurdistanê sedî 35 piçûk bû
12:41 Gelo dê ji malbatan re çi bibêjin?
11:55 Artêşa Iraqê dest danî ser Pirde
11:23 Malbata Ocalan xwest biçin Îmraliyê
10:23 Dayik li Stenbolê, xwûşk li Êlihê li Mehmet digerin
09:53 5 rojnameger li Enqerê hatin binçavkirin
09:49 Masîvanên Mêrsînê: Em cefayê bazirgan jîsefayê dibînin
09:26 ‘Tu li Pozantiyê nebûyî zilam, lê em ê te li Tarsûsê bikin zilam’
09:25 Beştaş: Kesên ku Ocalan tecrîd dikin dê bên darizandin
09:24 'Heya qanûnê bi paşve nekêşin, em ê têbikoşin'
09:23 Hem derbkirin hem jî gilî kirin
09:21 ‘Jin li dijî KHK’ê li ber xwe didin'
09:20 Teqewîtbûnê wî têr nekir carek din dest bi kar kir
09:19 ‘Ya ku wê rojnamegeran ji girtîgehê derxîne piştevanî ye’
09:17 Ocaxên mermeran Komir wêran kir
09:16 Li warê Feqiyê Teyran dema gûzan
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2017'AN
19/10/2017
18:30 Cenazeyê Keskîn hat wergirtin, lê agahî ji Şaşar nayên wergirtin
17:34 Şaban Dişli yê AKP'î ji peywira xwe îstifa kir
17:08 'Divê em li dijî qanûnên jinan dixin hedef rêxistinê xurt bikin’
17:00 Li girtîgehan ji bo Ocalan çalakî dest pê dikin
16:59 Serlêdana parêzeran a cara 697’emîn hat redkirin
16:47 Dema binçavkirina Osman Kavala hat dirêjkirin
16:36 Jinên girtî tecrîd şermezar kir
16:32 Malbata Zafer Ceyhan serlêdan sûc kir
16:29 HPG’ê der barê bûyera Mûglayê de daxuyanî da
15:46 Bîrdariya Komkujiya Miran hat rûxandin
15:46 Hevserokê DBP'ê Arslan: Yek gotina Ocalan bes e
15:29 Xebatkrên Van TV beraet kirin
15:10 Li Pîra Sîsê îşkence kirin
14:44 Xwestin Meclis li Îmraliyê lêkolînê pêk bîne