ENQERE - Li Enqerê serê sibê polîsan bi ser malên nûçegihanê me Mezopotamya û Jinnewsê de girtin û 5 rojnameger bi hinceta “Îxbar heye” binçav kirin.
Li Enqerê di saetên sibê de li dijî rojnamegeran operasyon pêk hat. Polîsan di ser malên nûçegihanê ajansa me Mezopotamya û Jinnewsê de girtin û bi hinceta “Derbarê we de îxbar heye” nûçegihanên me Selman Guzelyuz û Dîren Yurtsever, edîtora Jinnewsê Sîbel Yukler û nûçegihan Duygu Erol û Habîbe Eren binçav kirin. 5 rojnameger birin Midûriyeta Polîsan a Enqerê.
Binçavkirina rojanmegeran ên çalakiya Kolana Yukselê dişopîn in, beriya doza Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ku dê îro bê dîtin balkêş e.