EDENE - Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi vîna siyasî pêk tê û wiha got: "Tecrîd bi fermanên siyasî tê bi rêvebirin û ev rêbazeke cezakirinê ye. Li gorî hiqûqa navxweyî û navneteweyî îşkence ye. Ev kesên îşkenceyê dikin dê dereng an zû bên darizandin."
Endama Komîsyona Makeqanûnê ya TBMM'ê û Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, dest nîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê biryara desthilatdariya siyasî ye, dê berpirsyar dereng an zû bên darizandin.
Ji sala 2011'an vir ve bi awayekî qedemeyî hevdîtina malbat û parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Ocalan re tê astengkirin. Beştaş bal kişand ser vê rewşê û wiha got: "Ev tecrîda li ser Birêz Ocalan, polîtîkaya hikumetê ya li dijî kurdan dide nîşandan. Li gel ku ji sedî 70 gel piştgirî da çareseriyê jî AKP'ê şer hilbijart. Em niha encamên wê dijîn. Heta niha hikumetê der barê tecrîdê de daxuyaniyek fermî nedaye. Parêzer her hefte serlêdanê dikin. Tecrîd li dijî aştî, gel, hêvî û pêşerojê pêk tê û ji ber wê mijareke jiyanî ye."
‘EM Ê ÇIMA PÊ BAWER BIKIN’
Beştaş li ser agahiyên demên dawî di çapemeniyê de hatin weşandin jî rawestiya û wiha pê de çû: "Ev tecrîda li ser Birêz Ocalan li tu dera cîhanê tune. Em agahî jê nagirin. Bi milyonan mirov li benda agahiyekê ne, hikumet dibêje ku 'tu pirsgirêk tune.' Em ê çima bi gotinên we bawer bikin? Qanûn vekirî ne, parêzer an jî malbat dikare biçe, an jî di hefteyê de 10 deqe mafê telefonê heye. Ev yek jî pêk nayên." Beştaş da zanîn ku mafê CPT'yê zextan li Tirkiyeyê bike heye, lê ew jî ji ber rewşa siyasî bêdeng e.
‘AKP BELAWELA DIBE’
Beştaş derbirî ku ev demek dirêj e AKP di nav gengeşiyek mezin de ye, desthilatdarî li ber helandinê ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "AKP li ber helandinê ye. Çanda yek zilamî û polîtîkayên antîdemokratîk li gorî xwezayê nîne. Dîktatorkiya yek zilamî ya ku dixwaze gotina xwe pêk bîne, dê faşîzmê tahkîm bike."
‘PIRSGIRÊKA KURD BINGEHÎN E ’
Beştaş anî ziman ku di nava hikumetê û derveyê wê de polîtîkayeke şaş heye û wiha pê de çû: "Yek jî polîtîkayên bingehîn dijberiya kurdan e, neyartî ye. Di pêvajoya çareseriyê de kurdan deng da AKP'ê. Ev dengdayîn bi armanca dê AKP aştiyê bîne hatin dayîn. Ev hemû niha rûxiyane. Ev ew qas ji rê derketin ku navê Mehmet Uzun, Ceylan Onkol û Tahîr Elçî ji parkan rakirin. Tehemulê navê kurdan jî nakin. Li girtîgehan axaftina bi kurdî qedexeye. Her ku diçe neyartiya li dijî kurdan zêde dibe. AKP kurdan naxwaze. Kes xwe wekî Ahmet Aydin kurd nade nîşandan, serê xwe natewîne, wan naxwaze. Di vê mijarê de rûxiya ne."
‘LI IDLIBÊ DAGIRKER IN’
Daniş Beştaş polîtîkaya derve ya AKP'ê jî rexne kir û hebûna wan a li Idlibê wekî "dagirker" pênase kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tirkiye li wir jî dijberiya kurdan dike. Ji bo êrîşê Efrînê bike, li Idlibê bi cih bû. Ne li gorî hiqûqa navxweyî û ne jî ya navneteweyî hebûna wan a li Idlibê ne qanûnî ye û dagirker in. Desthilatdarî bi hişmendiya 'bila kurd dayika xwe nebînin' li hundur û derve dijberiya kurdan dike. Di vir de roja CHP'ê jî gelekî mezin e. Her sê partiyan jî ev operasyon erê kirin. Êdî tu polîtîkayeke derve ya Tirkiyeyê nemaye."