'Heya qanûnê bi paşve nekêşin, em ê têbikoşin'

  • jin
  • 09:24 20 Cotmeh 2017
  • |
img

ÎZMÎR - Jinan bertek nîşanî qanûna ku erka mahrbirînê dide miftitiyan û li meclisê de hat erêkirin, dan. Jinan diyar kir ku dê li dijî pêşnûmeyê paşve gav navêjin.  

Li gel hemû îtîrazên rêxistinên jinan û partiyên muxalîf pêşnûmaya ku erka mahrbirînê dide miftiyan di Meclisê de hat erêkirin. Jinên bi rojan li dijî qanûnê li kuçeyan serî rakirin û li ber meclîsê çalakî li dar xsitin, bertekên tund nîşan dan. Jinan, diyar kir ku tu wateya erêkirina pêşnûmeyê tune ye û wiha axivîn: “Em ê tu carî paş ve gav neavêjin. Heya ku pêşnûme paşve bê kişandin, em ê li kuçeyan çalakiyên xwe bidomînin.”  
 
'EM Ê LI KUÇEYAN BIN'
 
Jina bi navê Emîne Akbaba, diyar kir ku desthilatdarî dixwaze destên xwe dirêjî hemû qadên jinan ên jiyanê bike û wiha axivî: “Em ê qadên jiyana jinan teslîmê polîtîkayên paşverû yên AKP’ê nekin. Em ê li dijî erka mahrbirînê ya ku didin miftîtiyan têbikoşîn û li kuçeyan bin. Em ê dengê xwe yê li dijî gotinên ku dijminahiya jinan dikin bilind bikin. Dixwazin bi miftiyan mafê me ji destên me bigirin. Em qebûl nakin ku tu qanûn û gotin li ser benda me jinan bên erêkirin û gotin. Çawan ku me got ‘Nabe ku tecawuz bê meşrukirin, kurtaj bê qanûnîkirin’ em ê li ber deriyê meclîs û kuçeyan vê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
'EM DEST JI DESTKEFTIYÊN XWE BERNADIN’
 
Denîz Anur jî, da zanîn ku di nava civakê de herî zêde jin çalak in û wiha axivî: “Jinan tu carî koletî qebûl nekir. Ji ber vê yekê tim serî rakirin. Em ê cardin li dijî qanûnê li kuçeyan daxwazên xwe bînin ziman. Em ê daxwazên azadiya jinan, gelan, baweriyan û hemû çandan di çalakiyên xwe de bi lêv bikin. Dê berxwedana jinan,  daxwazên wan di qirika wan de bihêlin. Dibe ku pêşnûme hatibe erêkirin, lê ev nayê wê wateyê ku em ê paşve gav bavêjin. Em ê tu carî dev ji mafên xwe yên me bi kedek mezin bidestxistî bernedin û têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
Siya Aydin jî, bi gotina “Dê têkoşîna me jinan, tarîtiyê ronî bike” bertek nîşan da û wiha got: “Dewlet van êrîşan bi awayekî didomîne. Lê divê hay ji vê yekê heb. Em ê li dijî van êrîşan tim li  ber xwe bidin û li ser piyan bin. Li dijî hemû êrîşên li ser jinan em ê biryara xwe ya têkoşînê nû bikin.” 
 
'EM PAŞVE GAV NAVÊJIN'
 
Tuana Uguz jî, anî ziman ku qanûna ku erka marbirînê dide miftîtiyan mudaxileyî jiyana jin û zarokan dike. Uguz, da zanîn ku ew ê li dijî desthilatdariyê li kuçeyan bin û wiha got: “Ji paşnavan bigirin, di hemû tiştî de alîgirî heye. Ji bo zilaman qanûnên erênî hene, lê ji bo jinan tu carî ev qanûn nehatine naskirin û erêkirin. Her ku diçe mafê jinan ji destên wan tên derxistin. Ji vê saetê û şûn de nabe ku em paş ve gav bavêjin. Ji bo vê qanûnê paş ve bikîşin, em ê têkoşîna xwe bidomîn in.”
 

Sernavên din

22/10/2017
09:27 Tevî 7 zarokên xwe li dijî rûxandinê di ber xwe dide
09:26 Endamên KÎD'ê: Azadî bi yekîtiya neteweyî pêkan e
09:25 Kekê Kemal Kurkut: Sûc heye, lê daraz tune
09:23 Welatiyên ereb bi piştgiriyê çandê diparêzin
09:23 Qereqolê welatî bê av hiştin
09:00 ROJEVA 22'Ê COTMEHA 2017'AN
21/10/2017
21:24 Maşîna polîsan Feleka 7 salî qetil kir
21:23 Wê Rûsya û Iraq der barê rewşa li Kurdistana Federe de hevdîtinê çê bikin
21:09 3 rojnameger hatin berdan
20:57 Bafil Talabanî: Bila der barê pêkanînên li Kerkûkê de lêpirsîn bên destpêkirin
20:44 Beştaş: Dawiya dawî wê deriyê Îmraliyê vebin
18:13 TJA: Ger ku deriyê Îmraliyê bê vekirin dê bêhna gel derkeve
17:58 Leşkeran li Farqînê 9 gundî binçav kirin
17:09 HDP’ê li dijî tecrîda li ser Ocalan giştînameyek belav kir
16:33 Xizmên windayan: Zû tecrîdê bi dawî bikin
16:31 Li Kayseriyê êrîşê Îhsan Elîaçik kirin
16:12 'Em dê nivîsandinê berdewam bikin'
15:57 Wekîlên HDP’ê Gundê Amara ziyaret kirin
15:56 ‘Leşkeran kesên binçav kirin, 22 sal e agahî ji wan nayê girtin’
15:39 Polîsan li Kolana Yukselê 7 kes binçav kirin
15:30 Li Amedê gotûbêja ‘Nivîskar Seherê dixwînin’
15:13 NÇM'ê bernameya Mihrîcana Çand û Hunere aşkere kir: Dê bibe bêhn
15:04 'Girtiyê nexweş Donmez berdin'
14:56 'Ocalan xeta kurdan a sor e'
14:30 Meşa 'Edalet, kar û qut' di roja duyemîn de ye
14:22 Dayikên Şemiyê: Tenê bila kefen û gorên wan hebin
14:16 Rêxistinên Rojnamegeran: Bila rojnameger bên berdan
13:52 Ji bo Ocalan dadikevin qada Khalkedonê
11:39 Maşîneyên zirxî di salekê de 20 kes qetil kirin
11:33 Gotin miriye lê li nexweşxaneyê tê dermankirin
11:32 Qedexeya li 4 navçeyên Amedê hat rakirin
11:32 Jina ciwan bi daliqandî hat dîtin
11:11 ‘Li şûna rojnamegeran divê Berat Albayrak bê darizandin’
11:07 Rojnameger Çelîkkan hat berdan
11:07 Karkerekê Sûriyeyî jiyana xwe ji dest da
11:06 Rapora MÎT'ê: Lîce dê ji hewa ve bê bombekirin
10:51 Hem rîçalê difiroşe, hem jî peyam dide!
10:49 Yekîneya sivîl a di operasyona Farqînê de sivîlan dike hedef
10:26 Kujer kêlî bi kêlî hatine qeydkirin, lê dîsa jî serbest in
09:28 ÎHD û TTB: Heta niha karker çawa li vir xebitîn?
09:27 Bi têkoşînê nêrîna li dijî jinê guhert
09:25 Bav: Yên kujer berdan dê wî beraet jî bikin
09:24 Gav paş ve neavêt û karê xwe ava kir
09:24 Jiyana komunî ya li girtîgehê, li derve jî didomîne
09:23 Li hemberî tecrîda li Îmraliyê ji bo ‘xerakirina biryarê’ serî li wezaretê dan
09:22 47 sal in wêneyên ‘dînên’ bajêr dikişine
09:21 Keskîn: Tecrîda li Îmraliyê tu carî qasî niha giran nebûye'
09:16 Buldan: Tirkiye dê bi rakirina tecrîdê ji aloziyê rizgar bibe
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2017'AN
20/10/2017
18:52 Biryara nepeniyê danîn ser dosyeya rojnamegerên hatin binçavkirin
18:11 Di pêşangeha ku ji aliyê qeyûm hat vekirin de, cih nedan weşanxaneyên kurdî!
17:56 Hevserokên HDP’ê yê Antalyayê tehliye bûn
16:54 ÇGD: Ev zext dê li we vegerin
16:32 Hevşaredarê Bêgirê Tunç nehat berdan
15:29 ‘Ji bo ronîkirina cînayeta Elçî dê israra me bidome’
15:24 'Serkeftina Jinan a li Reqqa hêz da me'
14:56 Parlamenterên HDP'î beşdarî dozê nebûn
14:55 9 kes li Kolana Yukselê binçav kirin
14:50 QSD: Em Reqayê radestî Meclîsa Sivîl dikin
14:13 Prz. Denîz Yildirim bi biryara navberê hat berdan
14:12 Kesên têkildarî hezanê hatin binçavkirin hatin berdan
14:11 'Divê hevalên me rojnameger zû bên berdan’
13:56 Walîyê Mêrdînê her cure şahî û çalakî qedexe kir
13:54 Divê dozger der barê îdiayên înfazê de agahî bide
13:30 Li meclîsê ji bo Ocalan bang li CPT'ê kir: Nebin şirîkê sûc
13:17 Polîsan 7 HDP'î binçav kirin
13:14 HDP’ê malbatên di kana komirê de xizmên xwe winda kirin, ziyaret kir
12:53 Li Stenbolê jinek bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma
12:44 ÎHD: Bila Osman Kavala serbest bê berdan
12:42 Herêma Federal a Kurdistanê sedî 35 piçûk bû
12:41 Gelo dê ji malbatan re çi bibêjin?
11:55 Artêşa Iraqê dest danî ser Pirde
11:23 Malbata Ocalan xwest biçin Îmraliyê
10:23 Dayik li Stenbolê, xwûşk li Êlihê li Mehmet digerin
09:53 5 rojnameger li Enqerê hatin binçavkirin
09:49 Masîvanên Mêrsînê: Em cefayê bazirgan jîsefayê dibînin
09:26 ‘Tu li Pozantiyê nebûyî zilam, lê em ê te li Tarsûsê bikin zilam’
09:25 Beştaş: Kesên ku Ocalan tecrîd dikin dê bên darizandin
09:24 'Heya qanûnê bi paşve nekêşin, em ê têbikoşin'
09:23 Hem derbkirin hem jî gilî kirin
09:21 ‘Jin li dijî KHK’ê li ber xwe didin'
09:20 Teqewîtbûnê wî têr nekir carek din dest bi kar kir
09:19 ‘Ya ku wê rojnamegeran ji girtîgehê derxîne piştevanî ye’
09:17 Ocaxên mermeran Komir wêran kir
09:16 Li warê Feqiyê Teyran dema gûzan
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2017'AN
19/10/2017
18:30 Cenazeyê Keskîn hat wergirtin, lê agahî ji Şaşar nayên wergirtin
17:34 Şaban Dişli yê AKP'î ji peywira xwe îstifa kir
17:08 'Divê em li dijî qanûnên jinan dixin hedef rêxistinê xurt bikin’
17:00 Li girtîgehan ji bo Ocalan çalakî dest pê dikin
16:59 Serlêdana parêzeran a cara 697’emîn hat redkirin
16:47 Dema binçavkirina Osman Kavala hat dirêjkirin
16:36 Jinên girtî tecrîd şermezar kir
16:32 Malbata Zafer Ceyhan serlêdan sûc kir
16:29 HPG’ê der barê bûyera Mûglayê de daxuyanî da
15:46 Bîrdariya Komkujiya Miran hat rûxandin
15:46 Hevserokê DBP'ê Arslan: Yek gotina Ocalan bes e
15:29 Xebatkrên Van TV beraet kirin
15:10 Li Pîra Sîsê îşkence kirin
14:44 Xwestin Meclis li Îmraliyê lêkolînê pêk bîne