MÛŞ – Girtiyê nexweşê pençeşêrê Zekî Karakaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Dîlokê tê girtin, divê di çavdêriya bijîşkan de bê girtin, 6 meh e nebirine nexwşxaneyê
Zext û îşkenceya li dijî girtiyan bi dawî nabin, zextên li dijî girtiyan bi tenê sirgûn, lêgerîna tazî, serdagirtina koxûşan, astengkirina mafê hevdîtin û hwd. re sînor nîne. Mafê wan ê dermankirinê jî tê astengkirin. Ji van girtiyan yek jî girtiyê nexweşê pençeşêrê Zekî Karakaş e. Karakaş li Girtîgeha Tîpa F a Dîlokê tê girtin û ev 6 meh e nehatiye dermankirin. Zennure Karakaş duh bi rêya telefonê bi hevjînê xwe re axivî, der barê zextên li girtîgehê de agahî da û piştrast kir ku hevjînê wê bi yek gurçikî dijî, rewşa wî di xetereyê de ye.
'XARINÊN KARTU DIDIN WAN'
Zennure Karakaş destnîşan kir ku divê hevjînê wê her dem di çavdêriya bijîşakan de be û got ku cilên yek reng li ser girtiyan ferz dikin û wiha axivî: "Hevjînê min duh li min geriya. Got ku 'Her dem zexta cilên yek reng li me dikin, em jî qebûl nakin. Ji ber ku em cilan li xwe nakin, zext û êrîşan dikin. Xarinên kartu didin me. Dîsa rewşa min qet ne baş e û girtiyekî di rewşa min de jî heye' û banga alîkariyê ji raya giştî kir."