ENQERE -Parlementerê AKP'ê yê Sakaryayê Şaban Dişli ku tayînî Serşêwirmendê Serokatiya Giştî ya AKP'ê bûbû, ji peywira xwe îstifa kir.
Parlementerê AKP'ê yê Sakaryayê Şaban Dişli ku çend roj berê tayînî Serşêwirmendê Serokatiya Giştî ya AKP'ê bûbû, ji peywira xwe îstifa kir. Dişli di daxwaznameya îstifayê de wiha got: "Êdî naxwazim zêde partiya xwe û Birêz Serokê Giştî Recep Tayyip Erdogan bimehitînim. Ji ber vê ji vê peywira xwe ya pîroz îstifa dikim."